Civak

Pêşmerge bi xwîna xwe Kurdistanê diparêze

Li Başûrê Kurdistanê hezên pêşmerge bi dijwarî şerê rêxistina terrorist a DAÎŞ dikin. Roj bi roj pêşmnerge berûpêşve dicing.

Li Çiyayê xazir roja 16ê Îlonê êrîşek mezin birin li ser hêzên DAÎŞ ê. DAÎŞ gelek kuştî û birîndar şûn xwe hiştin reviyan. Dema direvin li şûna xwe mayinan dişînin.

Di encama teqîna mayinekî 5 pêşmergeyên Kurdistanê şehîd bûn. Ji wan pêşmergeyan yek ji Bakurê Kurdistanê û 3 jê ji Rojavayê Kurdistanê bûn.
Niha Kurdistan hemû bi yek dengî şerê parastina axa Kurdistanê dike.

Ji Bakur û Rojavayê Kurdistanê gelek kes di nava hêzên pêşmergeyan de bi qehremanî şer dikin.

Ji Rojhilatê Kurdistanê hêzên pêşmerge cardin mil didin milê Pêşmergeyên Kurdistanê şer dikin.

Tu kes vî şerî, şerê parastina niştimanî nake malzemeyek ji bo propaganda xwe. Ew bi qehremanî mil didin milên birayê xwe yên Başûr axa xwe diparêzin. Birîndar dibin şehîd dikevin …Bi xwîna xwe xaka azad diparêzin.

16ê Îlonê li Çiyayê Xazir 5 pêşmergeyên Kurdistanê şehîd bûn. Comerd Mişo, Silêman Hemze û Delîl Ehmed  ji Kurdistana Rojavane.
Beşîr Keleş(Hogir) ji Kurdistana bakur e.

Balkêş e ?
Close
Back to top button