Polîtîk

Îro hilbijartina damezrandina dewleteke nû ye

Îro li Îskoçyayê rapirsî û referandûma serxwebûnê tê kirin.  

Alex Salmond Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Îskoçyayê û Serokê Partiya Neteweyî ya Îskoçyayê name ji hilbijêran re şand û ji gelê Îskoçyayê xwest ku di referandûmê de bibêjin “Belê.”

Salmond destnîşan kir ku qedera welatê Îskoçyayê di destê hilbijêran de ye û wiha got: “Qedera Îskoçyayê di destê me de ye.”    

Li Îskoçyayê hilbijêrên ku ji 16 salî mezintir in, ji bo pirsa “Hûn dixwazin Îskoçya bibe welatekî serbixwe?” deng bidin. Bi texmînî wê 4 milyon hilbijêr biçin ser sindoqan. Îro dengdan bi awayeke fermî destpêkir û bi saeta herêmî di 07.00an (ST 09.00) û di saet 22.00an (ST 00.00) de dengdan bi dawî bibe û encama dengdanê dibe ku roja înê bê eşkere kirin.

Back to top button