PKK hem yekitiyê dixwaze , hem jî dijminatiyê dike
Piştî ku DAIŞ kete Musilê pêvajoya ku destpêkirî û siyaseta beşek YNKê û taybetî siyaseta PKKê berevajî bû. Ji ber ku texmînê ku wan dikiran çênebû.
Hewlêr neket , Barzanî neşkest û PDK ji nav neçû.
Piştî midexeleya Amerîka û hinek welatên Ewropa, şere pêşmerge bû şerek navnetewî li dijê terorê.
Pêşmerge roj bi roj berpêşve diçin. Seneryoyên ku hatîn çêkirin xirabûn û projeya ku berê DAIŞê ji Bexada, Necefê guhert û da Kurdistanê têkçû.
Niha di vê pêvajoyê de herdemî PKKê di medya xwe de şerek psikolojîk li dijê pêşmerge rêve bir û di derbarê rewşa Kurdistanê de dezinformasyon dan. Propagandeyên derew kirin. Gotin: “ Ne ji gerilabûya dê Başûr têkbiçûya. Gerila Başûr parast. “
Berpirsên Pêşmerge di eniya şer de, berpirsên wezereta pêşmergeyên Kurdistanê bi dehan minasebeta gotine ku ji bilî pêşmerge kesek din di cepha şer de tuneye. Lê PKK israr dike û ya xwe dibêje.
Raste gelek Kurdistanî hatin bê qeyd û şert bê ku propagandeyekî bikin xwe spartin hêzên pêşmerge û li tenişta wan şer kirin. Ji Rojhilatê Kurdistanê, ji Rojavayê Kurdistanê û ji Bakurê Kurdistanê aliyên siyasî û xelkê jî mil da milên pêşmerge û xaka azad a Kurdistanê parastin.
Li gora agahdariyên pêşmergeyan PKK ji aliyê Rojava ve astenga ji bo hêzên Pêşmergeyan dertêxe.
Nahilê ji Rojava arîkarî bighe Şingalê û herweha rê li ber hinek operasyonên li dijê DAIŞ digre.
Ji aliyekî ve Medya PKK nûçeyên ne rast belav dike. Ji aliyek din berpirsên PKK wek Cemil Bayik û Duran Kalkan di nivîs û daxuyaniyen xwe de êrîşê pêşmergeyan dikin û PDK bi hevkariya DAIŞ itham dikin. Başe ji serkevtina Pêşmerge metirsiya PKKê çîye? Ev pirseke ku cihê nirxandinê ye.
Wek din rêxistinên girêdayê PKKê wek HDP, KCD,DBP(Partiya Herêmên demokratik) civîna dikin û daxwaziya civandina kongreya netewî dikin, behsa hêzêk hevgirtî leşkeri ya Kurdistanê dikin. Behsa yekitiya di navbera hêzên Kurdistanî de dikin.
Bepirsên van rêxistinan ji berî behsa van tiştan bikin bila li dijê gotinên Bayik û Kalkan ku heqaretê li pêşmergeyan dikin derkevin.
Hêdî bi siyaseta du rû xelk nayên xapandin. Ji aliyekî ve tu hemû heqaretê li pêşmergeyên Kurdistanê û li PDKê bikî ji aliyek din ve tu behsa yekitiya û hêzên hevbeş bikî?
Wek din hêzek çekdar a hevbeş ji bo çiye? Dê role vê hêza hevbeş li Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê çibe? Eger ev camêrên behsa vê dikin dive bikaribin role vê hêzê jî bidin kifşkirin.
Nabê Dema berpirsên HDP, KCD,DBP behsa yekitiyek netewî bikin û xwe bixapînin. Gelo ji bo tiştên ku pêşniyar dikin îrada wan bi xwe çiye? Heta çi redeye xwedî biryarin? Xwe nexapînin hun çi bêjin valeye. Gotina Ocalan derbas dibe. Gotina Bayik derbas dibe.Gotina Kalkan derbas dibe.
Dema berpirsên HDP, KCD,DBP behsa hêzên emperyalist dikin çima nave van hêzan jî eşkere nakin? Amerikaye, Fransaye, Almanyaye..? mebesta we ew welatên îro pişgiriya Kurdistanê dikin û çekan ji Pêşmergeyan re rêdikene?
Ji xwe li Almanya rêxistinek ya PKKê name ji hukumeta Alamanya re rêkir û daxwaz ji hukumeta Almanya kir ku çekan ji bo pêşmegeyan rênekin.
Yekîtiya Xwendkarên Kurd (YXK) li Almanyayê dijê arikariya almanya ji pêşmergeyan re bike kampanya vekir. Hun ji vê yekêre çi dibêjin?
3.9.2014
Dara Bilek