Polîtîk

Britanya jî wê piştgiriya Kurdistanê bike

Ji bo derbirîna palpiştî û piştevaniya welatê Brîtanya ya ji bo Kurdistanê êvariya îro yekşem 10.08.2014 Philip Hammond Wezîrê Derveyê Brîtanya li rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Barzanî re kir.

Li vê peywendiya telefoniyê da Wezîrê Derveyê Brîtanya spas û pêzanînên xwe ji bo xweragiriya xelkê Kurdistanê ragihand û ji bo wan hevkarî û yarmetiya pêşkêşî koçberan kiriye spasiya taybetî jî pêşkêşî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir û ji bo wan serketinên ku li şerê dijî terorîstên Da’îş bi dest anîne pîrozbahiyê li Serok Barzanî û hêza Pêşmergeyên Kurdistanê kir. 

Li beranber da Serok Barzanî spasî wê peywendiyê kir û spas û pêzanînên xwe jî ji bo welatê Brîtanya û wan dostên gelê Kurdistanê nîşan da ku li rojên teng da yarmetîderê gelê Kurdistanê ne û eve jî xisterû ku Kurdistan tenê şerê rêxistineke nake belku şerê dewletekî terorîstî ya pirçek dike û ev dewlet tehdîde ji bo navçe û hemû cîhanê, ji bo wê yekê ji bo rîşekêşkirina vê dewleta terorîstî piştevaniya navdewletî pêwîste. Li vê peywendiya telefoniyê da Serok Barzanî balkişand li ser girîngiya encama vê şerê da û civaka navdewletî li wê yekê dilniya kiriye ku gelê Kurdistanê li vê şerê da bi serkeftî derdikeve û bi navê parastina hemû pêkhatan jî gelê Kurdistanê qurbanî daye û eve jî bi Wezîrê Derveyê Brîtanya ragihand ku gelê Kurdistanê ji qonaxa bergirîkirinê derketiye û li êrîşbirina ser terorîstan de berdewam dibê.

Di derbarê proseya siyasiya Iraqê jî Wezîrê Derveyê Brîtaniya balkişand li ser wê yekê ku gelê Kurdistanê nûnerayetiya hêza miyaneroya Iraqê dike ji bo wê yekê hebûna li proseya siyasî û pêkanîna hikûmeta Iraqê girînge. Di derbarê proseya siyasî de Serok Barzanî ragihand ku em li benda biryara dawî ya hevpeymaniya nîştîmaniya Iraqê ne ku berbijêrê xwe diyar bikin û em dixwazin palêwrawêkî nû û nehcêkî nû û bernameyekî nû ji bo Hikûmetê hebê ku bikare şaşiya hikûmeta berê rast bike û şeraketekî giştgîr hebê û nabê proseya siyasiya Iraqê li ser awayên berê berdewam bê.

Back to top button