Polîtîk
Amerîka çek ji bo hêza Pêşmerge dişîne
Îdareya Barack Obama raste rast destpêkir çekên Amerîkî ji bo hêza Pêşmergeyên Kurdistanê re dişîne û berpirsekî bilinda Amerîka jî ragihandiye ku prose destpêkiriye û li demeke nêzîk da çek digihin destên Pêşmerge.
Di derbarê cûreya wan çekan û aliyên berpirs ya birêvebirina proseya şandina wan çekan, ew berpirsê Amerîkî tu zanyariyekî eşkere nekiriye lê belê çend çavkaniyên nûçeyan balkişandiye li ser wê yekê ku ew prose bi serkirdayetiya Wezareta Bergiriya Amerîka (Pentagon) ve nehatiye kirin, dibe ku Ajansa Hewalgiriya Amerîka CIA ve prose destpêkiribe. Wekî çawa ku berê jî herdem bi serkirdayetiya wan şandina çekan ji bo hêzên biyaniyên li derveyê Amerîka hatibe kirin û çend carek heman proseyê encamdaye.