Polîtîk
Serokê Kurdistanê spasiya Îranê kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêz cenabê Dr. Hesen Ruhanî Serok Komarê Îslamî ya Îranê
Silavên xwedê li we bin.
Bi navê xwe û gelê Kurdistana Iraqê spasiya wê hevkarî û piştevaniyê dikin ku we pêşkêşî Herêma Kurdistanê kiriye. Yarmetiyên we diyarkirin ku Komara Îslamî ya Îranê her wekî çawa li berê û li rojên teng da dost û yarmetîderê nêzîkî gelê Kurdistanê bûye niha jî dost û birayê gelê Kurdistane û eve jî wateyeke xwe ya girîng heye û cihê pêzanînêye.
Ji wê yekê dilniyame ku hebûna peywendiya dostane û yarmetîdan û hevkarîkirina hevdû bingeha tebayî û birayetiya di navbera her dû gelê Îran û Herêma Kurdistanê xweştir dike.
Ji bo we hêviya tendirustî û xweşiyê dixwazim.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10.08.2014