Dosya
Talebanî sibê vedigere Silêmaniyê
Celal Talebanî serokomarê Îraqê û sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê dê sibê ji Alemaniyayê vegere başûrê Kurdistanê.
Li gor daxuyaniyeke nivîskî ji ofîsa serokomariya Îraqê, Celal Telabenî sibê dê ji Ameniyayê, bi rêya balefirgeya Silêmaniyê, vegere bajrê Silêmaniyê.
Lê nehatiye diayr kirin ka tendirusitya Talebanî çewaye û ka dê kî pêşwaziya wî bike.
Weke tê zanîn Celal Talebanî di 17ê çileya pêşîn 2012ê nexweş ketibû û ji hîngê were ew li nexweşxaneyekê li Berlîna paytexa Almaniyê tê îlac kirin.
Talebanî di demekê de vedigere Silêmaniyê ku, li ser destnîşankirina kandîdê serokomariyê nakokiyên kûr li nav serokatiya YNKê serî hildane.