Neteweyên Yekgirtî (NY)  li ser rewşa aloza Îraqê raporek weşand û ew di rapora xwe de didin xuyakirin ku, ji destpêka îsal heta niha 5576 kesên sivîl li Îraqê hatine kuştin û 11665 kes jî hatine birînda kirin.

YN di rapora xwe de eşkere dike ku, bi tenê di meha hizîranê de 2400 kes li Îraqê hatine kuştin ku, ji wan 1532 kesên sivîl bûne.

Li gor raporê, rêxistina Dewleta Îslamî li Îraqê (DAÎŞ) kesên sivîl li sêdare dane û destdirêjî ya seksî li hember keç û jinan encam daye, hevweltî revandine û kesatiyên siyasî û olî teror kirine û bi awayekî eşkere qanûn navdewletî bin pê kirine.

YN di rapora xwe de behsa tawanên leşkerê hikûmeta Bexdayê jî dike û dide xuyakirin ku, hêzên hikûmetê û çekdarên terefdarên hikûmetê bê mehkeme xelik girtine û kuştine.

 

Neteweyên Yekgirtî  dibêje ku, zêdetir ji yek milyon û du sed hezar kes li Îraqê koçber bûne.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: