Sê roj mane û hêşta aliyên nav YNKê li hev nekirine
Yekêtîya Niştimanîya Kurdistan (YNK) di navbera kandîdkirina Berhem Salih û Necmedîn Kerîm de ji bo posta serokomariya Îraqê asê bûye û dinavbera serokatiya YNKê nakokî kûr dibin.
Duhî parlamentoya Îraqê civiya û Selîm Ciborî weke serokê parlamnetoya Îraqkê hilbijart, piştî Selîm Ciborî weke serokê parlamantoya Îraqê hat hilbijartin, wî di preskonferensekê de eşkere kir ku, di nava sê rojan de divê navê kandîdên serokomariyê bigihin parlamentoyê.
Li gor daxuyaniya serokê parlamnetoya Îraqê divê di nava van sê rojan de YNK kandînê serokomariyê destnîşan bike û bide parlamentoya Îraqê daku parlamento di civîna bê de (roja çarşembiyê 23.07.2014) serokomar hilnijêr e. Lê heta niha YNK li ser kandînê serokomariyê xwe yekalî nekiriye.
Li gor lihevhatina aliyên Îraqî serokomar ji bo kurdan dibe û aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê jî lihev kirin ku, serokomar bo YNKê be, lê ji ber aloziyên nav YNKê ew heta niha nikarîne kandînê xwe di nav bera Berhem Salih cîgirê duyem yê sekreterê YNKê û Necemdîn Kerîm endamê polîbûroya wê, li hev bikin.