Civak

Bombeyek deng avêtin stana Platformê

Platforma Demokratên Kurd li Diyarbekir li kolana Hûner(sanat) ji bo pişgiriya serxwebûna Kurdistana Başûr stan vekirîbûn û ji xelkê ji bo pişgiriya serxwebûna Başûr îmze digirtin.

Şeva berê demjimêr 21.30 î de hinek kesên nenas bombeyek deng avêtin ber stanê. Ew kes nenasin. Lê ihtimalek mezin derdora PKKê ne.

Daxuyaniya platformê de tê gotin ku ew kesên bomba deng avêtin stana Platformê dijê serxwebûna Kurdistanêne. Lê kesek yan jî aliyek nehatiye bi nav kirin.

Kifşe ku armanca vê êrîşê dijitiya ragihandina dewleta kurdî li Başûrê Kurdistanê ye.

Back to top button