Civak

Polis nahêle Tevger arîkariya Kurdên Rojava bike

Wek tê zanîn bi hatina meha Remezanê, Komeleyên Tevgera Ciwanên Kurdistanê arîkariya Malbatên ku ji Kurdistana Rojava benaber bûne û  hatinê Bakur dikin. Tevger arikariya ku kom dike bi otomobilen bi ala Kurdistanê hatîn xemilandin xwe digihînin malbatan.

Lê şevîdin li Diyarbekir û Mêrdînê polisan rêya wan birî û got Ciwanan : Hun nikarin arîkariya malbatên ji Suriye hatine bikin. Ji bo vê arîkariyê pêwiste hun iznê bigrin.

Li ser vê yekê Ciwanan da xuyakirin ku , tu hêz nikare bibe asteng ji bo arîkariya ku em birayên xwe yên Rojavare dikin. Ji bo vê jî tu izin ne pêwiste. Piştî xirûcirekî di nava polis û endamên tevgerê de, ciwanan cardin berdawam arîkariya xwe li malbatan belav kirin.

Back to top button