Kultur

Bexda: Êrîş bo ser baregayê rojnameya PDKê

Grûpeke çekdar bi sê otomobîlên polîsê Îraqê, duhî bi şev, êrşî ser baregayê rojnameya Teaxî organa Partiya Demokrata Kurdistanê  (PDK) ku, bi zimanê erebî rojena weşama xwe dike, kir û arşîva rojnameyê bi xwe re bir.

Wê grûpa çekdar hişiyarî da karmendên rojnameyê ku, êdî nabe ew rojname, rojnameya Teaxî li Bexdayê weşana xwe bike û amêr û makîneyên baregayê rojnameyê têkşikandin.

Aso Kerîm berpirsê berê yê rewşenbîrî û ragehandinê li parlamnetoya Kurdistanê, di daxiyaniyekê de dibêje ku, berprisiyarê êrîşa ser rojnameya Teaxî hikûmeta Îraqê ye û ji ber sê sedeman ew êrîş kirine ser rojnameya navborî; Yekem: Peywendî bi helwestên PDKê vehye ku, berdewam daxwaz dike ew valahiya di pirosesa siyasiya Îraqê de heye divê bê dagirtin û ev gotara Partî bi dilê hin aliyan nîne, duyem: Xebatên serok Barzanî yên ji bo serxwebûna Kurdistanê û xîtaba PDK di vî warî de hin berpirsên Bexdayê dilgiran kirine, sêyem:  hindek endamên Dewleta Qanûnê kampaniyayeke ragehandinê li dijî kurd  û serok Barzanî dest pê kiriye.

Lo gor hin çavkaniyan ew grûpa çekdara êrîşî rojnameya Teaxî kirî ser bi rêxistina Esayîb Ehil Heq in ku, ser bi Nurî Malikî ye û karê wê jinavbirina neyarên Nurî Malkî ye.

Back to top button