Ev perlamenterê kurd li dijî dewleta kurdî ye
Parlamenterekê kurd li parlamentoya Îranê ragehandina dewleta kurdî bi pilana îsraîlê wesif dike û dibêje ku, ew rê nadin dewleta kurdî ava bibe û xwina Îsraîlê bibe rastî.
Abid Fetahî parlamenterê bajarê Urimiyê li parlamentoya Îranê û di heman demê de ew serokê grûpa parlamenterên sunî li parlamnetoya Îranê ye dibêje ku, ew rê nadin xwina dabeşkirina îraqê bi cî bibe û dabeşkirina Îraqê pilana Îsraîlê ye çênabe rê ji Îsraîlê re bê dan ku, pilanên xwe li deverê bi cî bike.
Li gor malpera Xendan, Fetahî dibêje: ”Pirsa ragehandina serxwebûna Kurdistanê bi tenê di berjewendiya Îsraîlê de ye, ji ber hindê hemû misilman dixwaz in Îraq bi yekparçeyî bimîne û xwina Îsraîlê ya ragehandina dewleta kurdî bi cî nebe.”
Li gor wî parlamenterê kurd, xelkê Îraqê û hemû misilmanên cîhanê li dijî dabeşkirina Îraqê û ragehandina dewleta kurdî ne.