Rijeya dengên kandîdatên serokkomariya Tirkiye
Hilbijartinên serokkomariya Tirkiye 10 tebaxê de çêdibin. Eger di vê hilbijartinê de ji kandîdata kesek ji denga % 50 negire, dê carek din hilbijartin di navbera du kandidatên herî zêde deng girtî de çêbibe. Vê carê kî dengê herî zehftir bîne dibe serokkomar.
Wek tê zanîn 3 berendam ji bo serokkomeriya Tirkiye hene.
Berendamê Ak-Partiyê serokweîzrê Tirkiye Receb Tayib Erdogan,.Berendamê CHPê MHPê û hinek partiyên din ên biçûk Ekmeleddin Ihsanoglu. Berendamê DHPê Selehattin Demirtaş.
Di vê derbarê de rojana lêpirsîn têne encamdan. Li gora tê ragihandin dê Tayib Erdogan denga ji kurdan û hilbijêrên CHPê û MHPê jî bistîne.
Pisporê hilbijartinan û dezgehên lêkolînê piranî didin xuyakirin ku dê Erdogan cara yekem ji % 50deng bigre û bête hilbijartin.
Li gora lêpirsînek herî dawî rijeya denga bi vî awayîye:
Receb Tayib Erdogan: Ji % 55.2
Ekmeleddin Ihsanoglu: Ji % 35.8
Selehattin Demirtaş :Ji % 9