Polîtîk

YNK bi yekrêzî li gel serokê Kurdistanêye

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)  Kosret Resol xebera ajansa Reuters derewand. Ji berî niha li gora nûçeyek ja ajansa Reuters Kosret Resul di derbarê ragihandina dewleta kurdî de gotibû: Eger rewşa siyasî ne maqûl bû, divê em li bendê bin heta çend salên din, eger na biryareke wiha ji dêlva sûdê zerarê dighîne gelê Kurd .

Nivîsgeha Kosret Resul bi daxuyaniyekî ev nûçe derew derxist û got ku Resul tiştekî bi vî awayî negotiye.

Daxuyaniya nivîsgeha Resul dibêje: Çend dezgahên ragehandinê daxwiyaniyeke têkdayî, dibe ku mebesteke siyasî jî li pişt be, daxwiyaniya Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl belav kirine û xwestine bi vêna raya giştî ya xelkê Kurdistanê ber bi aliyekî de bibin, qaşo Kosret Reûl ne ligel damezrandina dewleta Kurdî ye, loma me pêwist dît ku raya giştî û xelkê Kurdistanê di vê mijarê de agahdar bikin.

Berdewamiya daxuyaniyê de dibêjin ku:Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di vê pêngavê de yekdeng û hevra ye ligel Serokê Herêma Kurdistanê bo referandûmê û biryara bikom a çarenivîssaz a gelê Kurdistanê.

Back to top button