Polîtîk

Şîiyên Îraqê jî berbûn hev

Li bajarê Kerbelayê, bajêrê pîrozê şîiyan, şer û pevçûn navbera alîgirên îmam Mehmûd Elhesenî Elserxî û hêzên emnîyên Îraqê de dest pê kir û hijmareke kuştî û birîndaran ji her du aliyan hene.

Elserxî yek ji merceyên şîiyan e û ew Elî Sîstanî weke merceyê şîiyan qebûl nake û li dijî fetwaya Sîstanî ya îlankirina cîhadê ye.

Li gor hin çavkaniyan di şerê navbera çekdarên Elserxî û hêzên emnî yên îraqî de, li bajarê Kerbelayê, 5 efserên hêzên emnî yên Îraqê hatine kuştin û hijmarek jî birîndar bûn û şer gihiştiye wîleyeta Dîwaniye li başûrê Îraqê û li wir jî 27 kes hatine kuştin.

Tê çaverêkirin ku, ev şer berfireh bibe û îmam Elserxî vê rewşa hikûmeta Îraqê ji bo berjewendiyên xwe û berfirehkirina desthilatdariya xwe bikar bîne.

Back to top button