Polîtîk

Kurd dikarin serxwebûna xwe ragihînin

Li gor daxwiyaniyên berpirsên welatên herêmî û cîhanî, eger dewleta Kurdê were ragehandin gelek ji wan dê piştgiriyê lê bikin, tenê Îran bi awayekî fermî dijayetiya serxwebûna Kurdistanê dike.

Rojnameya Cumhurî Îslamî ku rojnameyeke nîv fermî ya baskê reformxwazên Îranê ye, di hejmara doh (01.07.2014) de bi navnîşanê ‘’Tevgera rayedarên Herêma Kurdistanê dest pê kiriye bo parçekirina İraqê’‘ raportek belav kiriye. Naveroka raportê li ser cudabûna Herêma Kurdistanê ji İraqê û ragehandina dewleteke Kurdî ye. Di raportê de dijayetiya ragehandina dewleta Kurdî tê kirin û bi hemû awayan jî parçekirina İraqê red dike.

Herwiha êrîşî axaftinên Serokê Herêma Kurdistanê û wan berpirsên Kurd tê kirin ku texmîn dikin dê İraq parçe bibe û yekgirtî namîne. Rojnameya navbirî Kurdan hişyar dike û tekez dike ku eger dewleta serbixwe rabighînin dê pirsgirêkên mezin jêre bên çêkirin û Komara Îslamî ya Îranê bi hemû awayekî li dijî radiweste û astengiyan jêre çêke.

Derheqa heman mijarê de Berdevkê AKP’ê Huseyin Çelik berî bi çend rojan ji rojnameya Financial Times a Brîtanî re gotibû: “Berê, hizra ragehandina dewleta Kurdî ya serbixwe sedemek bû bo şer (ji aliyê Tirkiyê ve), lê niha evna ne mafê tu kesî ye. Heta peyva Kurdistan alozî li cem welatiyan çêdike, lê rastî navê wê Kurdistan e. Herwiha tu kes nikare rêgiriyê lê bike eger hat û dewleta serbixwe ya Kurdan hat ragehandin.”

Ji aliyekî din ve Wezîrê Derve yê Îsraîlê Avigdor Lieberman di civînekê de ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry, tekez kiribû ku di dawî de İraq parçe dibe û dewleta Kurdî jî her tê damezrandin. Li ser heman mijarê çavdêrê siyasî û berdevkê berê yê Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê Mueyed Teyîb ji BasNewsê re got ku qonaxa niha ya İraqê du îhtîmal-eger ji bo Kurdan danîne û evna jî yan serxwebûn û yan jî bi awayekê konfederaliyê mana ligel İraqê.

Qanûnzan û çavdêrê siyasî Dr. Nûrî Talebanî jî bo BasNewsê wiha axifî: ‘’Ji bo serxwebûnê ku mafekî rewa yê gelê Kurdistanê ye, destpêkê pêdivî bi reşnivîsa destûr û pesendkirina wê heye ku têde rojek bo referandûma ji bo yekalîkirina çarenivîsa Herêma Kurdistanê hatibe diyarkirin, wê demê serkirdayetiya Kurd li Herêma Kurdistanê dikare li ser bingehê wê referandûmê serxwebûnê rabighîne.’‘

Hêmin Salih/Bas

Back to top button