Nêçîrvan Barzanî û William Hague rewşa Îraqê nirxand
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, îro (27.06.2014) li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li William Hague wezîrê derve yê Birîtaniyayê û şandeya pê re ku, ji hijmareke berpirsên wezareta derve ya wî welatî û sefîrê Birîtaniyayê yê Îraqê û konsulê giştiyê wî welatî li Hewlêrê pêkhat bû, kir.
Di civînekê de, rewş û pêşhatên leşkerî û emnî li Îraqê û ew rewşa piştî 10ê hizîranê hatiye holê û Mûsil û çend deverên din yên Îraqê ji aliyê çekdarên terorîstiyên DAÎŞ ve hatine kontrolkirin hat gotûbêj kirin û behsa rêyên çareserkirina kirîza Îraqê û destpêkirina pirosesa siyasî li welêt bi awayekî ku, hemû hêz û alî û pêkhatên îraqî tê de beşdar û hevbeşên rasteqîne bin, hat kirin.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê di axaftina xwe de tekîd kir ku, piştî van pêşhatên dawiyê Îraq ketiye di rewşeke timam cuda de û her çareseriyek ji bo pirsgirêkan divê li ber ronahî û li ser esasê wê realîteyê be ya ku, piştî pêşhatan li Îraqê dirust bûye. Barzanî tekîd kir ku, kirîza Îraqê kirîzeke siyasî ye û di dereceya yekem de çareseriya siyasî ji bo wê kirîz pêwîst e, çûnkî ew kirîz bi metodên leşkerî û operasiyonên çekdarî çarser nabe.
Di civînê de her du alî; serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê derve yê Birîtaniyayê, li ser wê hekê hevfikir bûn ku, giringe têkeliyên navbera Hewlêr û Londonê, di hemû waran de, ber bi pêşve biçin û di vê çarçoveyê de wezîrê derve yê Birîtaniyayê xwesteke welatê xwe ji bo berdewamî û ber bi pêşve birina têkeliyan û hebûna têkeliyên domdirêj digel herêma Kurdistanê diayr kir.