Daxûyaniya PDK-T û Bîranîna Şex Seîd

Daxûyanî:

Roja bibîranîna  Şêxseîd ê nemir li Diyarbekîr li dar ket û daxwuyanîya  eşkerekirina gora wî  jî  hate ragehandin.  Li taxa deryê çiyê  gelê Kurdan civiyan,  bi beşdarbûna   rêxistinên cuda  dema xutbê  gorbihuşt  Şêxseîdê  nemir   bi çalakîyek mutewazî  li dar ket.

Di rêxistinên Kurdan de bingeh û netewîtî  yeke. Dibe kû fikr û ramanên  guruban an jî partîya   cuda bin , di vî warîde ji hevre rêzgirtin û hurmet hebe,  Kurdistan , ne malê kesayet û kesane .

Ji bo şexsîyet  u berjewendîyan jî  meriv  hevdû  biçuk  nake ûheriyê navêje rêxistinên netewî .
Rexnekirin û  hişyarkirina  şaşîtî  û xeletîyan  tiştekî  dine .Rêbaz û daxwaz yek be dehwa doz û şoreşgerîya  Kurd û Kurdistanî têne ihmalkirin.
Berî rojekê, di nava rêxistinan de civina biryara û bernama  bi biranîna ŞÊXSEÎD   tê radigihandin.

Wekî kû li jor diyardibe kû gel dicive , PDK ya hêla kek Sertaç Bucak jî tê taxê, dibine ku endamên PDK-T li wir amadene.

Ev partî bi navekî pîroz , bi navekî Kurdistanî cara yekem ji alîyê Dewleta Tirkan  ve hatîye pejirandin .  Kek Sertaç bucak dibêje ku  PDK -T  ye livirbe em beşdar nabin û emê herin. Ew helwest ji alîyê rexistinin din va hate şermezrkirin û rexnekirin  lê li kesekî ne hisya û Alê xwe tomar kirin û çun.

Ev  tiştekî bê hurmetîye bê rêzgirtinîye, bê huquqîye,  di rojek wuha de meriv naçe  û bê hurmetîyê ji biranina şêxseid re nake,  ev tevger ne ehlaqîye, ne siyasîye, ne huquqîye,    em PARTÎ DEMKKRAT KURDİSTAN TİRKÎYA  wan şermezar dikin û divê lêborîna xwe bixwazin .

PDK-T /DİYARBEKİR

Nêrînek

  1. Birez Sertac Bucak,seroke Platforma Demokrate Kurdistane.\r\ncime ji PDK-T aciz dibe ez famnakim,di juna xwa ji endame PDK-T aciz dike bila xabat bikin hina bi hazara Kurd be partine ü di nav partiye tirka de kar dikin.zerara PDK-T nade birez Sertac Bucak bide bide we fede bide jber ewji diben Rebaza nemir Barzani…

Nerîna min :