Polîtîk

Kerkûk û deverên kurdistanî bin kontirola pêşmerge ne

Wezareta pêşmerge ragehand ku bajarê Kerkûkê û deverên kurdan yên ser bi wîlayeta Kekûkê ve hemû di bin kontirola pêşmerheyê Kurdistanê de ne û hêzên leşkerê Îraqê ji wan deveran reviyane.

Cebar Yawer sekreterê wezareta pêşmerge di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, bajarê Kerkûkê  û deverên kurdan yên ser bi Kerkûkê ve di bin kontirola pêşmerge de ne.

Ji tirsa êrîşên çekdarên DAÎŞ ê hêzên leşkeriyên Îraqê ji Kerkûk û deverên din reviyane û pêşmerge li şûna wan bi cî bûye û ji bo parastina deverên kurdistanî di amadebaşiyê de ne.

Weke ku tê zanîn deverên kurdan yên ser bi wîlayeta Mûsilê jî ve niha dibin destê pêşmergeyê Kurdidstanê de ne.

Back to top button