Nuceyfî: Min daxwaza hevkariyê ji Serok Barzanî kiriye
Serokê Parlemena Iraqê ragihand ku bajarê Musilê ketiye destê çekdaran û berev girtina Tikrîtê diçin.
Usame Nuceyfî Serokê Parlemena Iraqê ragihand “Min daxwaza hevkariyê li Mesûd Barzanî kir, Barzanî amadehiya xwe derbirî û ragihand, lê belê divê amadekarî pêşwext bê kirin”. Serokê Parlemena Iraqê da zanîn ku metirsiya Da’îş gelek mezine, “Dest li ser firokexaneya Musil da girtine, ku 2 firokeyên serbazî têda heye”.
Her wiha Nuceyfî ragihand ku pêwîste rê li wan êrîşa terorîstî bê girtin û nehêlin zêdetir geş bike. Hêza Pêşmerge amadeye ku parêzgeriyê li vê rewşê bike, lê belê ev tişt pêwîstî bi rêkeftina pêşwext heye û peywendî bi Serok Barzanî ve hatiye kirin û niha li guftûgokirina rewşê dane û peywendiya wan berdewame û kombûna li navbera Bexda û Herêma Kurdistanê berdewame.
Di derbarê hevkarî û piştevaniyê Nuceyfî got: Me daxwaza palpiştiyê li Pêşmerge kiriye û daxwaza hevkariyê jî li Amerîka kiriye ku bêne nav meseleyê û her wiha got: Me peywendî bi Serok Barzanî kiriye, lê belê min peywendî bi Malîkî nekiriye û Barzanî amadehiya hevkarî palîştiyê derbiriye.