Hêzên Zêrewanî amadene
Çekdarên DAÎŞê çend taxên bajarê Mûsilê kontrol kirine û hejmarek mezin a xelkê ji bajêr direvin, Fermandeyê Hêzên Zêrevaniyê jî dibêje ku hêzên wan di amadebaşiyê de ne ji bo rûbirûbûna her rewşekê.
Ezîz Weysî, Fermanderê Hêzên Zêrevaniyê yên Herêma Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: Her fermanek bo hêzên me bê, ji bo parastina hemwelatiyên Mûsilê, em di amadebaşiyê de ne û em ê bi cîh bînin.
Weysî tekez kir ku hemahengiya wan ligel navçeyê heye û bo her rewşekê bawerya wan bi hêza wan heye.
Fermanderê Hêzên Zêrevaniyê got jî: Ji bona beşdarî û derbasbûna bi mebesta parastina hemwelatiyên sivîl li Mûsilê, biryarek siyasî gereke û heta niha tu ferman û biryarek ji bo me nehatiye ku em cibkin û her fermanek ji me re bê, em di amaebaşiyê de ne û dê bi cîh bînin.