Civak

HUDA-PARê serdana PDK-T kir

Daxuyaniya PDK-T:

Cihgirê Serokê Giştî ê HÛDA PAR M. Bahattîn Temel û Rêvebirên Koma Nawenda Amedê roja 03.06. 2014 Partiyame ziyaret kirin.

Di vê hevdîtinê de rûdanên konavanî (siyasî) ko li Kurdistanê çêbûne hatin gûftugo kirin.

Pêdivî pê hat dîtin ko di nav partiyên siyasî de li Kurdıstanê bi renge dostane rû bidin. Dîsa pêdivî hat dîtin ko siyaseta Kurdistanê nekevê atmosfera salên 1990’î û ew rojan di paşarojê de bimînin.

Bal hate kişandin ko  miletê Kurtd jî weke her miletên din mafê xwe heye ko dewleta xwe damezrênê. Di dawîyê de  desteya HUDAPAR got “me dixwest serlêdana pîrozbayiya Partiya Demokrata Kurdistanê di rojên avakirina partide werin, lê hingê ew dema hilbijartina herêmê bû me go dê ziyareta me xelat werê fêhm kirin, lewra bi derengî ket. Gûftûgoyên serlêdanê di atmosferke baş de derbas bû.

Me jî weke Prtiya Demokrata Kurdistanê Tirkiya (PDK-T) Bona serlêdana wan sipasdariya xwe da nîşandan. 04.06.2014
 
Partiya Demokrata Kurdistanê –Tirkiya (PDK-T)

Back to top button