Dadekirina Partiya Demokrat a Kurd Li Sûriyê, di sala 1960î de

 Samî Ehmed Namî

 Stockholm, gulana 2014

 

Di sala 1958an de yekîtiyek di navbera her du hikûmetên Sûriya û Misrê de bi navê Komara Erbiya Hevgirtî hat damezrandin. Bi biryara Mebahis (Hêza Ewlekariya Dewletê) hemû partiyên siyasî li Sûriyê ji xebata siyasî û rêxistinî hatin qedexe kirin, tenê partiya Komonîst a Sûriyê û Partiya Demokrata Kurd Li Sûriyê ew biryara nehêlana partiyan red kirin û xebata xwe a nependî berdewm kirin û bi çalakiyan û belavokan şerê rijîma diktator kirin û bû sedema ko rijîma Sûriyê çavsoriyê li partiyê bike. Di roja 12.08.1960an hejmarek ji endamên partiyê yên li Şamê, Helebê, Çiyayê Kurdan, Kobanê, Qamişlo, Dêrikê û Eyn-Dîwerê hatin girtin û bi tevayî li Dadgeha Leşkerî a Helbê hatin dadekirin. Paşî bi biryara dadgehê 32 hevalên girtî hatin hinartin bo bajarê Şamê û li Dadgeha Bilind a Leşkerî Li Şamê hatin dadekirin. 

…Di roja 12.11.1960an de, serokê Dadgeha Bilind a Leşkerî ya Parastina Dewletê li Şamê محكمة أمن الدولة العسكرية العليا في دمشق” sertîp Derwîş El-Zûnî dest bi dadgekirina endamên partiyê (Partiya Demokrat a Kurd Li Sûriyê) yên girtî kir. Piştî xwendina navên girtiyan, Dozgerê Giştî yê dadgehê sertîp Selahedîn Elkurdî, doznameyek bi navê Dozgeriya Giştî, xwend û li gor van xalên jêrîn endamên partiyê yên girtî gunehkar kirin, ji bîst sal zîndan ta kuştinê (bidarvekirinê) ji wan re xwest:

1-Parçekirina welatê Sûrî û damezrandina dewleteke kurdî.

2-Gurkirin û şiyarkirina siyaseta nijadperestiyê.

3-Endametiya partiyeke siyasî, ne qanûnî.

 

Li Dadgeha Leşkerî ya Helebê

Hevalê yekemîn yê li ber dadgehê amade bû serokê partiyê Dr. Nûredîn Zaza bû. Dema ji dadgehê hat hola ko girtî lê bûn, berê xwe da hevalan û got: Pirsa yekemîn ya serokê dadgehê ji min ev bû.

Bo çi partî hatiye damezrandin û armanc û daxwazên wê çi ne?

Min di bersiva xwe de weha gotiye: Partiya Demokrat a Kurd Li Sûriyê, ji bo parastina gelê kurd ji windabûnê hatiye damezrandin û doza mafên wî yên siyasî, civakî û çandî dike û hilanîna siyaseta nijadperestiyê ji ser milê gelê kurd dike û ev pirs wê ji we jî bên kirin.

Hevalan bi tevayî ew bersiva Doktor ji serokê dadgehê re gotin.

Dema dor hate ser Osman Sebrî û pirsa dewleta kurdî jê hate kirin, Osman got: Ez bi hebûna dewleta Kurdistanê re me û piştgiriya têkoşîna gelê kurd li Sûriyê ji bo paristina mafên wî yên siyasî, civakî û çandî û hilanîna siyaseta nijadperestiyê li ser gel dikim…

 

Li dadgeha Şamê…

Berî her kesî serokê partiyê Dr. Nûredîn Zaza hat dadekirin. Wî gotinên xwe neguhertin û peyvandina li ber dadgeha Helebê bê kêm û zêdahî dûbare kir.

Serokê dadgehê bi wan gotinan razî nebû û gelek pirsên din jî jê kirin. Dan û standinek dûr û dirêj di navbera wan de çêbû, nemaza li ser karên ne durist yên rojane ko di derheqê gelê kurd de tên kirin. Doktor li ser armancên partiyê rawestiya û got: Partî doza mafên gelê kurd yên siyasî, civakî û çandî dike û doza nehêlana nijadperestiyê ya di derheqê gelê kurd de dike.

Êdî serokê dadgehê ji Doktor xwest wan tiştên ko di derheqê gelê kurd de bûne û dibin bi nivîsandin pêşkêşî dadgehê bike.

Di rûniştina dadgehê ya roja 31.11.1960an de Dr. Zaza, raporek bi zimanê erebî di hundirê dadgehê de xwend, paşê serokê dadgehê ew xiste nêv dosiya partiyê.

 

Têbînî:

1-Ew rapor bi zimanê erebî di pirtûka Mihemedê Mela Ehmed ya bi navê: Sefehat Min Tarîx `Hereket El-teherur El-wetenî El-Kurdî fî Sûriya

صفحات من تاريخ حركة التحرر الوطني في سوريا

de hatiye weşandin.

2-Min ew rapor wergerandiye zimanê kurdî û di pirtûka: Dîmenin Ji Dîroka Winda- Samî Ehmed Namî de weşandiye. Stockholm, 2000.

Di rûniştineke dadgehê de Advokatên me ên kurd û ereb bi mêranî bergiriya girtiyan kirin û gotin:

Birêz serokê dadgehê, gunehên van kesan çi ye ko hûn wan gunehkar dikin?. Gelo ajanî bi dewletê re kirine? Yan bûne sîxurên dewltên dijiminên Sûriyê? Yan nehîniyên dewletê ji dijminan re eşkere kirine? Bêgoman na !!. Tenê daxwaza rêzgirtinê li ziman, çand û adetên gelê Kurd re dikin. De ka em bipirsin: Gelo bo çi di waltê Sûriyê de dibistanên zimanê kurdî nînin? Di wê dema ko dibistanên cihûyan, siryaniyan û ermeniyan hene û zarokên wan di van dibistanan de bi zimanê ibrî, siryanî û ermenî perwerde dibin.

Bi rstî van advokatan ji dadgehê re û ji her kesî re dane zanîn ko mafên gelê kurd li Sûriyê mafên qanûnî ne, pêwîste ji wan re bêne parastin.

Advokatên me bi vê bergeryê bûne ciyê rêzgirtin û spasiyan.

 

Navên hevalên Partiyê ên girtî li dadgeha Leşkerî a Şamê.

A-Ji bajarê Şamê du heval bûn:

Dr. Nûredîn Zaza -doktor-, Osman Sebrî -nivîskar-.

B-Ji bajarê Qamişloyê çar heval bûn:

Mihemed Samî Mela Ehmed (Namî) -xwendevan-, Mihemed Mela Ehmed -mamoste-, Mihemed Xelîl Yûsif (Neyo) -karker-, Mihemed Elî Heso -leşker-.

C-Ji bajarê Tirbespiyê hevalek bû:

Ebdilmecîd Çaçan Haco Axa – melak û werzêr-.

Ç-Ji bajarê Dêrikê heft heval bûn:

Ken`ean Egîd Axa –melak û werzêr-,Newaf Nayif Mistefa Paşa –melak û werzêr-, Ebdilqadir Gurî (Qadê) -dikandar-, Sadiq Mihemed Mîrza (Hamid) -bazirgan-, Omer Mistefa Elî Yûnis Xerzanî -karmend-, Ebdela Salih –werzêr-, Ehmed Mela Brahîm –dikandar-.

D-Ji bajarê Helebê û Çiyayê Kurdan 13 heval bûn:

Reşîd Hemo –nivîskar-, Şewket Henan –mamoste-, Kemal Cemîl – xwendevan-, Seydo Erselan -xwendevan-, Hesen Osman –karmend-, Hisên Xelîl -karmend-, Ehmed Henan -karmend-, Ehmed Horo -polîs-, Horîk Ehmed -polîs-.

Mixabin navên her çar hevalên din nayên bîra min.

E-Ji bajarê Kobanê pênc heval bûn:

Mistefa Brahîm –karmend-, Xelîl Reşîd Omer -leşker-, Omer Ebdilqadir Kurdî -karker- Mihemed Elî Ehmed Elyûsif -karker-.

Mixabin navê hevalê din nayê bîra min.

 

موضوع التصاريح.(Xwevekişandin û bê eleqedariya bi partiyê re )

…Rojekê advokat Hisên Siracedîn (xortekî ereb ji xelkê Helebî bû, advokatê Dr. Nûredîn Zaza û Mecîdê Haco bû). Hate zîndanê û di hevdîtina bi Doktor re, jê re got: Li go zanyariya min, Mebahis dikarin doza xwevekişandinê û bê eleqedariyê bi partiyê ji te û hevalên te bikin. Gava ko hat û çêbû, hûnê çi bikin û çi bibêjin. Ez dixwazim vê yekê ji hevalên xwe re bibêjî, da bikaribin bi hev re bighîjin biryareke yekbûyî (erê yan na), dîsa jî ez weha texmîn dikim.

Dema Dr. Zaza eva han ji hemû hevalan re got, du dîtinên ji hev cuda rûdan.

Osman Sebrî got: Madam ez û Doktor û Reşîd Hemo, endamên komîteya navendî ya partiyê ne, bêgoman, ji mafê me ye ko biryaran bistînin û hevalên zîndanê bi wan pêbend bikin.

Lê Doktor dîtina xwe bi rengekî din pêşniyar kir û got: Bêgoman piştî girtinê endamîtiya komîteya navendî ji ser me hatiye hilanîn. Tenê endamên wê ko li derveyî zîndanê ne, ji mafên wan e ko biryaran bistînin û hevalên derveyî zîndanê û yên hundir bi wan biryaran pêbend in. Eger weha nebe jî, êdî her hevalek dema jê bê xwestin ko xwe ji partiyê vekişîne, êdî ewê di vir de serbest xwediyê biryara xwe be.

Apo Osman û hevalbendên xwe bi vê razî nebûn.

Êdî Dr. Zaza pêşniyar kir ko komîtek ji van hevalên di zîndanê  de bê damezrandin: Newafê Nayif Paşa, Mecîdê Haco Axa, Mistefa Brahîm, Şewket Henan û hevalekî din ji Çiyayê Kurdan, lê ew bi nav nekir û her sê hevalên komîteya navendî yên girtî, ji komîtê re bibin şêwirdar. Bere ev komîte ji îro pê ve bibe serkaniya hemû biryarên ko di pêşerojê de bên standin –bi çi awayî û li ser çi be-.

Lê ew heval bi vê jî razî nebûn û danûstandin bê encam ma.

Xwedê kir ko ji kesekî xwevekêşan nehat xwestin…

 

Rojên Dadgehê

…Rojên dadgehê dibûne rojên xwepêşandanê, Kurdên welatperwer ji hemû herêmên Kurdan dihatin û di rûniştinan de amade dibûn û seyrî birêvebirina dadgehê dikirin û çi dibû bi çavên xwe û bi guhên xwe didîtin û dibihîstin, hatina wan dibû piştgîrî û piştqewînî ji girtiyan re.

Piştî bidawîhatina dadgehê û li gor biryara partiyê. Şêx Mihemed Îsa Mehmûd, Samî Ehmed Namî û Mela Mihemed Neyo weke şandeyeke spasiyê çûne nivîsgeha advokat Seyfedîn Mamûn û advokat Mezher Elenberî li Şamê. Şêx Mihemed Îsa, bi navê gelê Kurd li Sûriyê û bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê û bi navê girtiyên zîndana Mezê û bi navê şandekê spasiya xwe pêşkêşî wan kir. Herweha nameyên spasiyê ji advokat Usmet Bozan Beg, Kobanê. Mihemed Henan, Çiyayê Kurmênc, Ifrîn û Hesen Siracedîn, Heleb. Ji wan re hatin rêkirin.

 

Rojnama El-Exbar, Dimeşq.

Paşî ji wir em bi rê ketin û çûne weşanxaneya rojnama El-Exbar li Şamê. Em ji aliyê xwedî û sernivîserê rojnamê ve hatin pêşwazî kirin. Di rûniştinê de Şêx mixabiniya xwe derheqê wê gotara bêbextiyê a dûrî rastiyê derbarê dadgekirina endamên partiyê diyar kir û rojname bi vî karê ne durust şermezar kir.

Êdî sernivîserê rojnamê lêbûrîna xwe ji me xwest û got: Va ye ezê rastiya weşandina wê gotarê ji we re bibêjim. Em bi weşndina vê gotarê bêçare bûn, çiko nivîs bi vî awayî ji aliyê ewlekariya  mebahisan ve ji me re hatibû rêkirin û em pêbend kirin ji bo weşana wê, êdî ji bêçareyî wek hûn dibînin hatiye weşand. Careke din lêbûrîna xwe ji gelê Kurd, partî, girtiyên zîndanê û ji şandekê re dubare kir.

Eger ji min bê pirsîn, gelo çima piştî hewqas salan ji nû ve hatiye bîra te ko tu çalakiyên dadgehê wek rastiya wê biweşîne?.

 

Pirtûka أدب القضية ya birêz Dilawerê Zegî.

Min nivîseke weşandî di bin navê Belgenameyeke Dîrokî, (وثيقة تاريخية) di pirtûka Mamoste Dilawer Zengî ya bi navê –أدب القضية– çapa Berlîn, Elmanya, sala 2011an û di malpera Gemya Kurda. net roja 24.11.2011an û di facebookê a roja 20.04.2014an de xwend. Belgename, her sê caran bi pênûsa Dilawerê Zengî bûn. Êdî min xwe pêbend kir ko tîrêjek ronahiya rastiyê bavêjim nava wê nivîsê (belgenameyê), çiko ez yek ji endamên Partiyê bûm û di dadgehê de yek ji wan girtiyan bûm û şahidekî nêzîk bûm ji hemû çalakiyên di hundirê zîndanê û dadekirina girtiyên Partiyê û min her tişt bi çavên xwe û bi guhên xwe didît û dibihîts.

Êdî min pêwîst dît ko vê daxuyaniyê belav bikim da herkes bizanibe ko kesekî ji gitiyên partiyê di dema lêpirsînan û di zîndanan û di dadgekirinê de ji desthilanînê neket û her yekî li gor pileya endamîtiya xwe bergirî di ber armancên partiyê û kurdayetiyê û mafê gelê Kurd de bi xurtî dikir, ne wek ko di wê belgenameyê de hatiye .

Bi rastî ez maf didim xwe û bibêjim: Ma qey wijdan e wan têkoşerên gelê kurd bi bizdonekî yan bi qelsîtî bi nav bike, wek wan bêbextiyên ko di belgenameyê da hatibû belav kirin.

Bi rastî min nedixwest û hêvî nedikir ko mamoste Dilawer Zengî wek nivîkar û lêkolînvanekî têkeve vê şaşiyê û bihêle gotareke wek vê gotara ko di rojnama Elexbar de û di dema ewlekariya  Mebahisan û rejîmek polîsî ya dewleta Misr û Sûriyê de hatibû weşandin bi navê belgenameyek dîrokî bi nav bike.

Lê gelo çima, û ji bo çi weha bû…?.

Nizanim…!!.

 

ÇAVKANÎ:

·         Pirtûka Dîmenin Ji Dîroka Winda. Samî Ehmed Namî, çapa Stockholm, 2000, rûpel, 111-121

·         Gotara rojnama El-Exbar.

نقلاً عن جريدة الأخبار: جريدة يومية سياسية مستقلة، تصدر في دمشق. صاحب الجريدة ورئيس التحرير: محمد بسيم مراد، المدير المسؤول: ياسين نويلاتي. رقم العدد.5454، يوم الإثنين 15 جمادى الثاني 1380هر، 5 كانون الأول، السنة الثا لثة والثلاثون.

·         Pirtûka Dilawer Zengî.

المصدر: الكتاب: من أدب القضية- إعداد دلاور زنكي و أحمد شهاب، الطبعة الأولى- الخاصة، المانيا- برلين، 2011م. راجع موقع دلاور زنكي.

 

 

Nerîna min :