Ez partî me!
Tê zanîn ku di vê dema dawî de PKK û hevalbendên xwe êrîşek dijwar û ne ehleqî dibin ser Kurdistana başûr û serokê Kurdistanê Mesud Barzanî.
Li Diyarbekir alîgirên PKKê dijî serokê Kurdistanê xwepêşandan kirin. Hinek dezgehên sivîl ku di bandora PKKê de ne li dijê serokê Kurdistanê daxuyaniyek çapaniyê li darxistin.
Roger Çaxer
Di rastiya xwe de hemû li ser hinek agahdariyên derew û ne rast di kesayeta serokê Kurdistanê de êrîşê xeta netewî û nirxên netewî yên Kurdan dikin.
Li Diyarbekir endam û berpirsek yê Tevgera Ciwanên Kurdistanê li dijê van êrîşên xirab li himber serokê Kurdistanê bi çalakiyekî li himber van êrîşn disekine û herweha êrîşên li dijê serokê Kurdistanê şermezar dike.
Di vê derbarê de ciwanê bi navê Roger çaxer di Facebook a xwe de dibêje:Me heta niha tim eşkere kiriye ku em li ser rêbaza Barzanîyê Nemir in û me tim gotiye ku rêbaz ji Partîyê mezintir e.
Min do şalgerdana Partîyê li stûyê xwe gerand û li kolanên Dîyarbekirê geriyam. Ji ber ku niha di şexsê Kak Mesûd û Partîyê de êrîşeke qirej li hember nirxên netewî çêdibin. Min nexwest ku helwesta min ê li hember vê rewşê hew di nivîsan de bimîne. Loma ez dibêjim, heta ku ev êrişên qirêj bido min ez Partî me.
Rojevakurd/Diyarbekir