Serokê Kurdistanê û Faransayê hevdîtin
Li Koçka Elysse ya li Paytexta Franse Parîsê de Serokkomarê vê welatî François Hollande pêşwaziya Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û heyeta pê re kir ku pêk hatibû ji her yek ji Şewirmendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî, berpirsê peywendiyên derve yên hikûmeta Kurdistanê, Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê,wezîrê awedan kirin û çend rayedarên din yên Kurdistanê.
Piştî merasima pêşwaziyê di civînekî de Serokkomarê Franseyê kêfxweşiya xwe ya li hember serdana Serok Barzanî bo Franseyê diyar kir û eşkere kir ku li ser piştgîrî kirin û dostatî kirina gelê Kurd de berdewam dibe û hêvî xwest Kurdistan bikarêbe pêşkeftinên mezin bidest bixe.
Di berdewamiya civîna han de behsa çend babet û mijarên girîng hatin nîqaşkirin weke hilbijartinên parlementoya Îraqê û civata Parêzgehên kurdistanê û herwiha senariyoyên damezrandina hikûmeta nû ya Îraqê û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Di beşeke din ya civîna han de Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî behsa wan senariyoyan kir ku mimkune piştî eşkere kirina encamên hilbijartinan derkevin û balkêşande ser bijardeyên berdem gelê Kurd û got: Gelek bijarde li berdem gelê Kurd dane, lê dibe ev hilbijartina han bibe derfetek bo ku Îraq bikeve ser rêya demokrasî, fedralî û şeraketeke rastîn, lê eger Îraq ev rêya han nede ber xwe vê demê rewşa Îraqê ber bi aloziyan ve diçe.
Di berdewamiya hevdîtina han de behsa peywendiyên navbera Kurdistan û Franseyê jî hate kirin û Serokkomarê Franseyê tekez li ser vê yekê kir ku dibe ev kompaniyên Fransî yên ku niha li Kurdistanê de kar dikin di pêşe rojê de jî gelek çalaktir bibin.
Di dawiya hevdîtinê de jî behsa peywendiyên navbera Kurdistan û welatên Cîran re hate kirin û her du alî bi awayekî berfire behsa rewşa Sûriyayê jî kirin.