Tevgera Ciwanên Kurdistanê Komeleya xwe ya Sêrtê bi coşek mezin vedike. Tevgera Ciwanan komeleya xwe ya şaxê bajarê Sêrtê sibehî demjimêr 12.00an de vedike.

Li gora agahiyên gihatine Rojevakurd. Tevgera Ciwanan komeleya xwe ya Sêrtê eve demeke bi awayek fermî vekirine û dest xebatên xwe kirine.

Lê ji bo tengiya dem nekarîn şahiya xwe ya vekirinê bi darbêxin. Sibehî li Sêrtê bi minasebata vekirina komeleyê şahiyek mezin li dartêxin.

Gelek mêvan û kesayet beşdarî vê şahiyê dibin. Herweha hûnermendên kurd yên Başûr û Bakur jî tevlî vê ahengê dibin.

Em jî wek karmendên Rojevakurd hewlbidin ku di vê şahiyê de amade bin. Ji nihave em wan ji dil û can bi hestên netewî pîroz dikin.

Em dibêjin Ciwanên Kurdistanê:

Hun demana destkeftiyên netewîne.

Hun pêşeroja Kurdistanê ne.

Bila rêya we vekirîbe..

Rojevakurd

CIH: Bilek Havuşbaşi

DEM: 24.05.2014

DEMJIMÊR: 12.00

 

 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: