Civak

Dayikên Xemgîn: PKK zarokên me vegerîne

Malbatên ku zarokên wan ji aliyê PKK ve hatine revandin li ber avahiya Serokayetiya Bajarvaniya Mezina Diyarbekir xwepêşandeneke girseyî saz kiribûn û daxuyaniyekî de daxwaza zarokên xwe kiribûn niha jî biryardan ku li ber avahiya Serokayetiya Bajarvaniya Diyarbekir çalakiya runiştinê li dar bixin.

Sê malbatên ku li bajarê Diyarbekirê zarokên wan yên 15 salî ji aliyê PKK ve hatibûn revandin berî dû rojan li ber avahiya Serokayetiya Bajarvaniya Mezina Diyarbekir civiyabûn û daxuyaniyeke belavkiribûn. Malbatên xemgîn daxwaz ji Serok Komar û Serok Wezîr û Abdullah Ocalan kiribûn ku zarokên wan bi awayeke zindî radestî wan bikin. 

Her wiha malbatên ku li ber avahiya Serokayetiya Bajarvaniya Mezina Diyarbekir çalakiya runiştinê û greva birçîbûnê saz dikin. Malbata zarokên 15 salî Halime Gunduz, Firat Aydin Eren û Hatip Temel dane zanîn ku zarokên wan gelek biçûkin û piştî ku ew zarok hatine revandin dayikên wan bi zîndî hatine binaxkirin.

Malbat didin xuyakirin ku heta zarokên wan neyên berdan ewê li ber avahiya Serokayetiya Bajarvaniya Mezina Diyarbekir çalakiya xwe berdewam bikin. 

Balkêş e ?
Close
Back to top button