Polîtîk

Encama civîna Partiyên Kurdistanî yekrêzî bû

Îro şemî 17/05/2014 li Selahedîn serkirdeyên Partiyên Kurdistanî bi Serokayetiya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê civiya. Kombûn taybet bû bi guftûgokirina di derbarê rewşa niha ya Herêma Kurdistan û Iraqê, nirxandina hilbijartinên Parlemena Iraqê û îstîhqaqên wê ya di derbarê pêkanîna Hikûmetekî şeraketî nîştîmanî, her wiha ji bo dawî anîna pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ragihandina wê.

Li kombûnê da, tekez li ser van bingehan kirin:

1- Yekhelwestî û yekgotariya Kurdistanî beranber îstîhqaqan û her wiha pêşhatên Iraqê û rolekî mezintir ji bo Kurd û serkirdayetiya wê.

2- Çalakkirina danustandinê li gel qewareyên Iraqiyan bi hemû aliyan ve, bi navê gihîştina rêkkeftinekî dîrokî ku bibê sedema başbûna rewşa Iraqê û çareserkirina wan kêşe û tengasî û kelênên li encama siyaseta şaş ya îhmal xistinê ve pêkhatine.

3- Parastina yekgirtiya mala Kurd ya ji bo muamelekirina li gel daxwazên destûriyan ku hê jî bi helawestî mane, li çarçêweya sîstemekî demokratî federalî da li Iraq, her wiha nehiştina wan hemû astengiyên li gel sîstema demokratî û şeraketî nîştîmanî da naguncin û li gel destûr da naguncên û binpêkirina wan bihayan dikin ku bingeha damezrandina Iraqa nû bûn.

4- Kombûnê de, daxwaz ji Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinan kirin ku her çî zûtire encamên hilbijartinê rabigihîne û şefafiyet û paqijiyê biparêzê.

5- Danîna mekanîzmek û bernameyekî zelal ku tîma danustandinkar li dema guftûgo û dariştina bingehên Hikûmeta Iraqî da li ser biçe.

Partiya Demokrata Kurdistanê

Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê

Tevgera Goran

Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê

Komela Îslamiya Kurdistanê

Partiya Şu’î(komunist) ya Kurdistan – Iraq

Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê

Partiya Zehmetkêşên(Kedkar) Kurdistanê

 

 

Back to top button