Polîtîk

AA pirsgirêkên nûçegihaniya Kurdî nîqaş dike

Li Tirkiyeyê bi mazûvaniya Anadolu Agencyê û tevkariya Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê û Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê cara ewil li ser pirsgirêkên nûçegihaniya kurdî dê komxebat bê lidarxistin.

Bi mazûvaniya Anadolu Agencyê (AA) û tevkariya Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê û Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê li Tirkiyeyê cara ewil dê li ser pirsgirêkên nûçegihaniya kurdî dê komxebat bê lidarxistin.

Di çarçoveya vê xebatê de “Komxebata Pirsgirêkên Nûçegihaniya Kurdî û Pêşniyarên Çareseriyê” dê bê lidarxistin.

Bi komxebata AAyê ve li Tirkiyeyê cara ewil pirsgirêkên nûçegihaniya kurdî dê bên nîqaşkirin.

AA ji bo ku bigihêje armanca xwe ya Vîzyona Sala 100emîn a ku dê bi 11 zimanan weşanê bike, xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de, di 1ê Îlona 2013an de bi kurmancî û soraniya zaraveyên kurdî dest bi weşanê kiribû. 

Bi destpêkirina weşanê ve pirsgirêkên di qada nûçegihaniya kurdî de jî rûyê xwe nîşan dan.  AA ji bo ku ev pirsgirêk bên helkirin û li ser pêşniyar û çareseriyan hevdîtin bên kirin li navenda xwe ya Ankarayê di 29ê Gulanê de dê komxebatekê li dar bixe.

– Wezîrê Xurek Çandinî û Heywendariyê Mehdî Eker jî dê beşdarî komxebatê bibe.

Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk dê axaftina destpêka komxebatê bike. Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker, Alîkarê Rektorê Zanîngeha Artukluyê yê Mêrdînê û Midûrê Enstîtuya Zimanên Zindî Prof. Dr. Kadrî Yildirim û Rektorê Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê Prof. Dr. Nîhat Înanç jî di destpêkê de dê xeberbidin.

– Akademisyen dê nîqaş bikin

Akademîsyenên Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê û Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê di “Komxebata Pirsgirêkên Nûçegihaniya Kurdî û Pêşniyarên Çareseriyê” de dê li ser pirsgirêkên nûçegihaniya kurdî bisekinin, nîqaş bikin û fikr û ramanên xwe dê parve bikin.

Di komxebatê de zehmetiyên weşana bi zimanên din, ji Osmaniyan heta îro çapemeniya kurdî, li derveyê Tirkiyeyê nûçegihaniya kurdî, di kurdî de ferhenga hevbeş û bikaranîna rastnivîsê, di nûçegihaniya kurdî de pirsgirêkên zimanî û rastnivîsê, rewşa çapemeniya kurdî û pirsgirêkên nûçegihaniyê û gelek mijarên din dê bên nirxandin.

 

Back to top button