Li civîna di navbera Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û hêzên siyasiyên Kurdistanî da, biryara encamdana referanduma serxwebûna Kurdistana li Iraqê hatiye nirxandin.

Li vî derbarî de, Rêbwar Seyîd Gul, Endamê Serkirdayetiya Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê, ku amadeyê kombûnê bû, eşkere kir ku li kombûnê da biryar hate dayîn ku eger Nûrî Malîkî ji bo posta Serok Wezîran bê kandîd kirin, wê demê Herêma Kurdistanê referandum ji bo cûdabûna ji Iraqê encam dide.

Her wiha eşêkere kir ku referandum li navçeyên Kurdistaniyên derveya Herêma Kurdistanê jî tê encamdan.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: