Polîtîk

"PYD-PKK çendîn sale li gel rejîma Suriye peyman heye"

Dawiya meha derbasbûyî efserekî berê yê dezgeha îstîxbaratî ya Sûriye wan hemû nihêniyan eşkere kir ku li navbera rejîma Sûriye û PYD û PKK de heye, têda derdikevê ku eve çendîn sale dezgeha îstîxbaratiya Sûriye û PYD li pêwediyekî tund heye li bin destê wan dane û Saleh Muslîm Hevserokê PYD zêdetirîn pêwendî li gel rejîma Beşar Esed heye.

Hevpeyvînek de Mehmud Nasir efserê berê yê dezgeha îstîxbaratiya Sûriye li Serê Kaniyê bû, berî çend rojekî hate belavkirin û li wê hevpeyvînê de perde li ser wan hemû nihênî û karan radike ku PYD li gel dezgeha îstîxbaratiya rejîma Sûriye heye. Mehmud Nasir dibêje peywendiya me li gel beşekî zêdeyê partiyên siyasiyên Rojavayê Kurdistanê hebû, lê belê îstîxbarata Sûriye li gel PYD pêwendiyekî xwe yê bingehîn û stratejîk hebû.

Mehmud Nasir di derbarê pêwendiya di navbera PYD û rejîma Sûriyê de dibêje: “Peymaneke di navbera dezgeha îstîxbaratiya Sûriye û PYD û PKK heye. Serkirdeyên PKK bi berdewamî hatine Sûriye, wekî çekdarek muamele li wan dikir, ew bi berdewam li navbera Tirkiye û Sûriyê de dihatin û diçûn. PYD pêwendiyekî bingehîn û stratejîk li gel rejîma Sûriye heye. Wê demê wekî leqên dezgeha îstîxbaratî li Rojavayê Kurdistanê ji bo me kar dikirin û berdewam pêwendiya me li gel wan hebû. Ew pêwendî jî nihênî û li bin ve bû. 

Mehmûd Nasir berdewamiya axaftina xwe de dibêje: “Gelek car, di derbarê çûna xortan ya li nav rêzên PKK de, qendîl bi awayeke fermî nivîsan ji bo me dişand. Li nivîsan de ji bo şandina xortan alîkarî dixwestin û diviya me rê bida wan ku biçin beşdarî PKK bikin.

Back to top button