DXB çalakiyên alîkarîkirina Kurdên Rojava de berdewame
Roja 04/05/2014 bi mebesta komkirina hevkarî û zêdetir yarmetîkirina penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li wargehên Herêma Kurdistanê, rêxistina Rice û hejmarek gencên Kurd bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî çend çalakiyekî cûr bi cûr encamdan û yek ji wan jî konserekî xêrxwazî ji bo hunermendê Kurd Şivan Perwer sazkir.
Li çalakiyê da Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî beşdarî li helmetekî bi navê (Rojêk Be Pê) kir. Ev helmet çalakiyekî taybetî sê rojî bû û li navbera rojên 01-03/05/2014 bi mebesta komkirina alîkariyê ji bo penaberên wargeha Basirme li Herêma Kurdistanê.
Hizra vê helmetê ji aliyê rêxistina Rice û çend gencekî Kurd ve hatibû dariştin, heman demî de bi sponseriya çendîn kompanya û bi hevbeşiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî birêveçû û heman demî de zêdetirê 75 kesê Kurd û biyanî beşdariya helmetê kirin û li 3 rojan da 50 km bi piya li navbera wargeha Akrê heta wargeha Basirme meşiyan.
Her bi vê helkeftê û li roja sêyema helmetê da li wargeha Basirme konserek ji bo hunermendê mezinê Kurd Şivan Perwer hate rêkxistin. Heman demî de Şivan Perwer spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir li hember wan xizmetên ku li tevahiya wargehên Herêma Kurdistanê pêşkêşî penaberên Kurdê Rojava dike. Her wiha daxwaz jî ji xelkê dewlemend û xêrxwaz kir ku bi navê zêdetir xizmetkirina penaberan hevkar û palpiştê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bin. Heman demî de konser bûye cihê zêdetir xweşhaliya penaberên wargehê.
Piştî dawî hatina konserê li gel şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Şivan Perwer serdana mala heyranbêjê navdar Hesen Sîsawî kir û têda Şivan Perwer CD û kitêbên xwe yên taybet pêşkêşî hunermend Hesen Sîsawî kir. Li beramber da Hesen Sîsawî û malbata wî xweşhaliya xwe bi serdana Perwer derbirî û spas Perwer û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.
Hevkarîkirina penaberên Rojavayê Kurdistanê berdewame û li Domiz jî 40 dukan li ser pîşewerên wargehê hatin dabeşkirin
Li dirêjahiya karên xêrxwaziyan da, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya li gel rêxistina Rice li dû helmetan da li wargeha Akrê û Quştepe şerbet li ser 1250 penaberan dabeşkir, heman demî de li wargeha Domiz jî ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bi mebesta peydakirina hela kar û desteberkirina bijêwê jiyana wan, 40 dukan li ser penaberên wargehê hate dabeşkirin.
Roja 05-07/05/2014 li dû helmetan da Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya li gel rêxistina Rice şerbet û Îndomî li ser penaberên wargeha Akrê dabeşkir ku têda 306 malbatên penaberê Rojavayê Kurdistanê sûdmendbûn. Heman demî de li wargeha Quştepe jî bi heman awayî şerbet li ser 936 penaberan da hate dabeşkirin.
Ji aliyekî din ve, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi navê rexsandina hela kar ya penaberên Rojavayê Kurdistanê û peydakirina bijêwa jiyana wan, 40 dukan ji bo pîşegerên wargeha Domiz dabeşkirin, bo ku li nav wargehê de karê firoştina berhemên xwe encam bidin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li hevkarîkirina penaberên Rojavayê Kurdistanê de berdewame
Li dirêjahiya kar û çalakiyên xêrxwaziyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo penaberên Rojavayê Kurdistanê li wargehên Herêma Kurdistanê, çendîn helmetên cûda de hevkariyên cûr bi cûr ji zêdetirê 2500 malbatan û zarokên wargeha Erbet û Dareşekiran bexşî.
Roja 14/05/2014 li dirêjahiya kar û çalakiyên nivîsîngehên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li wargehên Erbet li bajarê Silêmanî û Dareşekiran li bajarê Hewlêr çendîn hevkariyên cûr bi cûr li ser penaberan û zarokên Rojavayê Kurdistanê da hate dabeşkirin. Hevkarî jî li wargeha Erbet pêkhatibû li dabeşkirina xwarinê ku li ser 650 malbatên Rojavayê Kurdistanê hate dabeşkirin û bi awayeke berdewam û rojane ji aliyê nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hevkariyên cûr bi cûr têne kirin.
Ji aliyekî din ve li wargeha Dareşekiran ya li parêzgeha Hewlêrê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li helmetên xwe da dest bi dabeşkirina şerbet li ser 1955 malbatan kir û her wiha pota zarokan(hafaze) li ser 3100 zarokên wargehê yên li navbera temenên 1 heta 3 salî de dabeşkirin.