Polîtîk
Ocalan hêdî eleqa xwe bi tiştekî nayne
Abdulah Ocalan heftiya bûrî ji parêzerên xwe re gotibû ku, ji 31-ê Gulanê pêde ez xwe ji her tiştekî didim aliyekî û hêdî eleqa xwe ji tiştekî naynim. Gotibå ku, çi bibe bila bibe dê ne karê min be. Ev gotina Ocalan hat nirxandin ku, dê piştî 31-ê Gulanê çelakiyên PKK-ê zêdetir bibin û Ocalan bi vî awayî ferman daye hêzên çekdar yên PKK-ê ji bo dest şelakiyan bikin.
Ji bo vê jî Tirkiye niha gelek operasyona berfireh dike û li gora xwe tedbîran distînin. Lê li herêmên ku operasyon têne kirin rewşa jiyana xelkê ya rojane gelekî nexweşe û xelk nikarin karên xwe yên rojane berdewam bikin.
Li gelek deveran xelkê ji dev karên xwe berdane. Kirina oprasyona rewşa jiyana xelkê nexweş kiriye.