Polîtîk

Kiliç: Em tenê biryarê li ser 4-5 medeyan didin

Serokê Dadgeha Destûrî Haşim Kiliç di derbarê serdana CHP-ê ya ku daxwaza iptalkirina biryara Parlementoyê ya ji bo paketa guhertina destûrê dayî, daxûyaniyek da. Kilic ragihand ku, Dadgel li ser paketê hemiyê biryarê nade.

Serokê Dadgeha Destûrî Haşim Kiliç di vê derbarê de got: “ Îptalkirina paketê ne di rojeva me de ye û tiştek bi vî awayî naye kirin. Wê tenê 4-5 made wê bêne gengeşekirin  û biryara dageheye niha ez nizanim dê çewebe, dema em bicivin û biryarekî bidin , dê encama biryara me bête ragihandin.“

Kiliç li ser pirsekî got: “ Niha emê nexşeyerêyek çewe li ser vê serdana CHP-ê rêvebibin ez nizanim, ev karê desteya Dadgehêye ,emê van rojan bicivin û li ser şeklê serdanê û hinek madeyên paketê biryarekî bidin. Ez bi serê xwe naxwazim tu beyanekî di vê derbarê de bidim“

Wek tê zanîn dema guhertina  beşek ji destûrê ji teref parlementoyê hate qebûlkirin, serokkomar jî ev biryara parlementoyê pejirand û li gora vê prosesa referandumê destpêkir. Referandum ji erê kirin yan jî red kirina paketa destûrê, 12 Îlona 2010-ê tê kirin.

Back to top button