Polîtîk

Barzanî Xortên Kurd ji xortên cîhanê ne kêmtire

Li hevdîtinê de ku birêz Newzad Hadî Parêzgerê Hewlêrê amade bû, Nerîmanê Firokevan, piştî behskirina çawayiya dirust kirina vê firokeyê ragihand ku bi vî karî xwestiye bibê nimûneyek ji bo gencên gelê xwe, bi taybetî ewên ku xwedî xewnê dûrin û daxwaz ji wan kir ku qet ji wan xewnên xwe netirsin û hewla bi cîh anîna wê bidin.

Nerîmanê Firokevan, spasî Parêzgerê Hewlêr û wan kesan kir ku hevkariyeke mezin lê kirine û ragihand ku bi vî karî kariye kilîla vekirina bi zanistî dirustkirina firokeyê bidozê û gelê Kurdistanê li gel şoreşa siyasî, rewşenbîrî, çekdarî û hunerê pêwîste dest bi şoreşa zanist û teknolojiyê jî bike.

Serok Barzanî spasî û destxweşî li wan xort û lawan kir û ragihand ku eger derfetek ji bo lawên Kurd birexsê dikarê‌ li gelek waran de dahênerê bike û tiştekî wî ji xort û lawên dinên cîhanê ne kêmtire û girîng eweye ku baweriyê bi xwe bîne. Her wiha vê kara ku van xortan kirine cihê şanaziya gelê meye, ji bo wê yekê bi hemû awayî piştgîriya wan dikîn bo ku vê karê xwe pêş bixin û mezintirîn û xweşiktirîn rêwresm jî ji bo pêşwazî kirina wan firokeyan li demeke nêzîk da saz dikîn.

 

Back to top button