Civak

Hikûmeta Kurdistanê 1ê gulanê pîroz dike

Hikûmeta Kurdistanê 1ê gulanê pîroz dike

Bi minasibeta 1ê gulanê, cejina karkerên cîhanê, hikûmeta Kurdistanê bi peyamekê vê minasibeta pîroz bilnd radigire û pîrozbahiyê li tev karkerên Kurdistanê dike û dibêje:

          Di vê rojê de, hikûmeta herêma Kudistanê,  weke wezîfeyeke xwe, tekîd dike ku, li ser karnameya xizmetkirina karkeran û hemû çîn û kategoriyên civaka Kurdistanê ku, bi xebet, tekoşîn û xwehdana xwe xizmeta mirovatî, binyatdanan û avadankirina kurdistanê dikin, berdewam dibe.

Hikûmeta Kurdistanê di peyama xwe de dibêje ku, ew dê ji bona pêkanîna jîngeheke aram bo karkirinê, peydakirina derfetên karî, misogerkirina hemû mafên karkeran, bilindkirina astê şarezayî û jîrîya karkeran bi awayekî ku, digel pêşkeftina teknolijiyayê paralel be, bixebitin.

 

Li gor peyamê, hikûmeta herêma Kurdistanê di salên borî de, gelek piroje ji bo gêncan û xurtan û derçûyên zanîngeh û enstîtutan û ji bo bêkaran xistine warê piraktîkê.

Back to top button