Civak

Ev bûyer hewla têkdana atmosfera demokratîk e

Li bajarê Silêmaniyê avahiya PDKê bû armanca êrîşek çekdarî.Di encama êrîşê de 2 kes birîndar bûn. Hinek otomobilên ku alayên kesk daliqandîn ber avahiya PDKê ve bûrî ne û avahî dane ber gulan.

Piştî vê bûyera provakatif gelek kes li ber derê avahiya PDKê kom bûn û ev bûyera qirêj protesto kirin û daxwaz ji hêzên asayîşê kirin ku zûtirîn dem tawanbaran bibînin.
Berpirek bilin yê PDKê da xuyakirin ku tu pêwendiya YNKê bûyerê re tuneye.

Li ser vê bûyerê serokê hukumeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniye da.

Ev daxuyaniya serokê hukumetê ye:

Îşev li ber avahiya Liqa 4 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Silêmaniyê bûyerek nexweş çêbû. Em wê bûyerê wek hewlekî bo têkdana atmosfera demokratîk ya Kurdistanê dibînin, ji ber wê jî ev bûyer karê pilankirî yê ti aliyekî siyasî yê Kurdistanê nîne.

Em hemû aliyekî piştrast dikin ku rewş bi temamî hatiye kontrolkirin û saziyên ewlehiyê,Polîs û Asayişê, yên Silêmaniyê bo lêkolînkirina derbarê bûyerên han de hatine erkdarkirin. Baweriya min jî bi şiyana saziyên ewlehiyê yên Silêmaniyê heye ku bikarin bûyerên îşev lêkolîn bikin û ewlehiya xelkê hêja yê Silêmaniyê biparêzin.

Ji ber wê jî, em daxwaz ji hemû aliyan bi taybet ji PDKê dikin ku li ser xwe bin û bi awayekî aram û bawerî bi saziyên ewlehiyê yên hikûmetê tevbigerin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî

19/04/2014

Back to top button