Polîtîk

KDPê û Komela Îslamiya Kurdistanê jî li hev kir

Li bajarê Hewlêrê duhî, Partiya Demokrata Kurdistanê û Komela Îslamiya Kurdistanê civiyan û li ser pêkanîna kabîneya heşetem a hikûmeta herêma Kurdistanê li hev kir.

Piştî civînê, Fazil Mîranî sekreterê polîtbûroyê û serokê şandeya PDKê bo danûstandinana digel Komela Îslamî di preskonferensekê de naveroka civînê eşekre kir û got ku, di civînê de PDK û Komela Îslamiya Kurdistanê li ser pêkanîna kabîneya nû a hikûmeta Kurdistanê li hev kir û ”armanca me ya sereke liberçavgirtina berjewendiya hevwelatiyên Kurdistanê ye û êdî paşxistina pêkanîna hikûmetê ne di berjewendiya wan de ye.  Heta nuha me digel Tevgera Goran û Komela Îslamiya Kurdistanê rêkeftin îmza kiriye. Em dê lêbixebitin ku, Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê û Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê jî di hikûmetê de beşdariyê bikin.”

Endamê polîtbûroyê û serokê şandeya Komnela Îslamiya Kurdistanê Ebdulsitar Mecîd jî di preskonferensê de got ku, wan digel PDKê li ser avakirina hikûmeta nû li hev kir û ” Me bi giringî zanî ku lez li pêkanîna hikûmeta nû bê kirin û êdî zêdetir texîr nebe.  Em digel PDKê rêkeftin ku; komîteyeke heveş ji bo amadkirina karnameya hikûmetê ji hemû aliyên beşdar bê pêkanîn, berhingarbûna gendeliyê, çalakirina parlamnetoyê û dûrxistina destê partiyan ji karûbarên hikûmetê.”

Li dor rêkeftinê, Komela Îslamiya Kurdistanê dê wezareta çandinê (zîraetê), wezîrekê herêmê û desteya jîngehê werbigir e.

Back to top button