Dosya

Yeldiz: Civîna Enqereyê erênî bû û nefta herêmê diçe derve

Piştî serdana Nêçîrvan Barzanî serokwezaîrê Kurdistanê bo Tirkiyeyê û civîna digel Erdogan serokwezîrê wî welatî, Taner Yekdiz wezîrê enerjiyê yê hikûmeta Tirkiyeyê di preskonferensekê de got ku, serdana Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê bo Enqereyê û civîna digel serokwezîrê Tirkiyeyê ”gelek erênî bû”.

Yeldiz got jî ku, berî nuha Ebdulkerîm Lobêyî wezîrê nefta hikûmeta Îraqê serdana Tirkiyeyê kiribû û gotibû ku, herêma Kurdistanê dê rojê 100 hezar bermîlên neftê bo derve binêre û dahatiniyê wê neftê bikeve ser dahatiniyê giştiyê Îraqê.

Wezîrê nerenjiyê yê hikûmeta Tirkiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de got: Berrêz Barzanî û wezîrê samanên xwezayî yê herêmê Aşitî Hewramî berdewam li ser hinartina nefta  herêmê kar dikin. Eger ew nefta herêma Kurdistanê bo derve dişîne ji 100 hezar bermîlan di rojekê de zêdetir bû, hîngê dahatiniyê nefta zêde dê ji bo herêmê be. Hemû dizan in ku, ev pirsgirêka navbera Hewlêr û Bexdayê yê ye. vê yekê dê tesîr li ser normalbûna rewşa emniya Îraqê hebe ku, rojan bi dehan kes li wî welatî tên kuştin.

Back to top button