PYD dijî dewleta kurd e ji bo wî van êrîşan dike

Kohderz Temir endamê Destyeya Şopandinê ya Tevgera Ciwanên Kurd T.C.K, ragehand ku axaftina Serok Barzanî di cihe xwe de ye li ser PYDê, û Serok di civînên herdû encûmena de bêtir ji carekê tekez dikir ku ew li pêşiya Kurdên Rojavayê kurdistanê ne ku yekîtiya xwe li dar bixin û alîyek bi tenê biryarên çarennivîsa gelê kurd têde ne nede, û kurdan nekişîne şerê li dar ser xaka Sûriyê ku ji bilî zererê ji gelê me re nayine.

 Temir ji KDP.info re da xuyakirin ku PYD û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê xalên Peymana Hewlêrê pêk nanîn û bi tena xwe hêza leşkerî û asayişê kirin bin kontrola xwe û têkilyên wan bi Rijêmê re diyare û bajarên Rojava Rijêmê da PYD û ta aniha parastina herêmên petrolê dike ku diçin beravê nik Rijêmê.

 Endamê Destyeya Şopandinê ya Tevgera Ciwanên Kurd T.C.K da xuyakirin ku PYD rê nedaye ketîbeyên kurdî û fişar xist ser wan de kampên wan jî girtin di rojên pêşî ji peymana Hewlêrê de. ev yek jî bû sedema dabeşebûna Tevgera siyasî a kurd li Rojava û têkşikandina Desteya kurd a Bilind .

 Li ser xendeqê û xwepêşandanên PYD û KCK jî Temir got: ” Ev hêrişa PYDê girêdayî kampanya hibijartinên Iraqê ye û dijayetiya helwêsta Serok Barzanî bo refrandûmê û ragehandina dewleta kurdî e, ji ber ev piroje dijî helwîst û pirojeyên PKK û berêz Ocelan in ku mafê dewlebûna na pejirînin û daxwaza xweserîyên demoqrat dikin di parçeyên Kurdistanê de û bang bi Netewa Demoqrat dikin ..û eşkere dijî dewleta netewî radiwestin.”

 Temir di dawiyê de got: ” Kesên dijî serxwebûna kurdisatnê ne û navêt Kurdistan di destûra wan ya Kantinan de derbas nebûye, ne ji mafê wî ye dilêşiya xwe ser sînor û xendeqan bide diyar kirin bi derew û xapandinê.”

Nerîna min :