Li himber hevhatina PDKê û tevgera Goran, YNKê helwesta xwe diyar kir.
Wek tê zanîn evê 6 mehin hilbijartinên parlementoya Kurdistanê çêbûne. Lê ji bo helwesta YNKê hukumet nayê avakirin. Niha jî partiya yekem û ya duyem li gel tevgerek îslamî li hevkirine ku hukumetê pêkbînin. Lê YNK ji vê yekê ne memnune. Ji bo wê jî di derbarê hevhatina Goran û PDKê de daxuyaniyek belav kir.
Mekteba Siyasî ya YNKê di daxuyaniya xwe de dibêje:
“Polîtburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê cexit li ser helwesta xwe ya di civîna xwe ya dawî de eşkere kiriye dike , ku bi şîroveyên cuda yên vê rêkeftina siyasî û pêk anîna hikûmetê ve girêdayî mijûle, şanda danûstandinê ya YNK`ê îro biryarên dawî yên civînên polîburoya YNK`ê û Encumena serkirdeyetiya YNK`ê ku di serî hefteya bihurî de lidarketin ji Serokê Herêmê re rêkir, ku para YNK`ê li gorî (istihqaq )mafên wê di nav de ye, û bê goman derbarê hemû pirsan de, wê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê biryara xwe ya dawî di dema xwe de ragihîne.“