Hemû pirsgirêk bi rêya sendoqê têne çareserkirin
Cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ûserokwezîr Nêçîrvan Barzanî li bajarê Hewlêrê tevlî çalakiyên propagendayên hilbijartinê yên PDKê bû û tê de gotareke kurt pêşkêş kir û got dengê xwe bidin PDKê ji ber ku PDKê heta niha gelek zehmetî kişandiye.
Di vê çalakiyê de zêdetirî 100 şitlên daran li taxeke hejaran li Hewlêrê ku ti park û baxek tê de nîne, ji aliyê namzedên PDKê ve hatin çandin.
Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de ragihand ku hemû pirsgirêk di rêya sindoqên dengdanê re tên çareseririn, lewra daxwaz ji xelkê Herêma Kudistanê kir ku di roja denganê de biçin ser sindoqên dengdanê û mafê xwe yê hilbijartinê bi kar bînin.
Nêçîrvan Barzanî herwiha bang li xelkê paytexta Kurdistan Hewlêrê kir ku di roja dengdanê de ew yek ji bîra wan neçe bê Hewlêr berî çend salan di çi rewşekê de bû û niha di çi rewşekê de ye.
Nêçîrvan Barzanî li ser girîngiya dengdanê jî tekîd kir û got ku pêwîste hemû kesek dengê xwe bi kar bîne.
Nêçîrvan Barzanî herwiha got ku PDKê destkeftên gelekî mezin bi dest ve anîne, û namzetên PDKê pisorin û dikarin xizmeta gelê xwe bikin.
Cîgirê serokê PDKê herwiha got: Deng bidin PDKê ji ber ku PDKê heta niha gelek zehmetî kişandiye.