Asayîşa Dihokê: Erkê meye metirsiyên li ser deverê nehêlîn
Lîjneya Asayîşa Parêzgeha Dihokê, hoşdarî û rûnkirinekê ji bo rayagiştî ya Kurdistanê di derbarê kolana xendeka li ser hêla sînora li devera Sihêla daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê da hatiye gotin Herêma Kurdistanê xwedî pêgehekê fermî û desturiye û serweriya xwe heye, sazî û dezgehên herêmê erkê wane ku ewlehiya bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê biparêzin.
Her wiha balkişandiye li ser wê yekê ku di çarçoveya wê erkê da lîjneya asayîşa parêzgehê biryar daye, valahiyeka metirsîdar li devera Sihêla pir bike, ji ber ku ew hêla sînor deşte û kontrola wê zehmete bi taybetî li dema derbasbûna qaçaxçiyên ku bazirganiya maddên bêhoşker û çek û teqemeniyan dikin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ew hoşdariyê didin ku ev xapandina hinek alî û dezgeh dikin, fitne û kêşeyan zêdetir dikin û xizmeta asayîş û aramiyê nakin, tenê merema wan ewe ku dûberekî û valahiyê li nav rêzên me da zêde bikin.