PYD endamên PDK-Sî bi zorê rêdike Başûr

Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) di daxyaniyekê de girtina endamên xwe li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û ragehand ku tu hêzeke çekdarî mîna PYDê hemwelatiyên xwe bi zorê dernaxîne.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku “Hêzên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) gaveke istifzazî avêtin û nehiştin endamên kongreya yekgirtinê vegerin Rojava.”

Polîtbîroya PDK-Sê diyar kir ku di 15ê vê mehê de hêzên ser bi PYDê ve grûpeke endamên wan, rojekê di zindanê de hiştin û bi zorê 7 endamên wan vegerandin Başûrê Kurdistanê.
Di daxyaniyê de hatiya diyaririn ku “Di dîroka navçeyê de ti carî çênebûye ku hêzeke çekdarî hemwelatiyên xwe bi zorê derdixe welatekî din û nahêle vegerin welatê xwe.”

Polîtbîroya PDK-Sê herwiha got “Ev gav, destpêkeke ne baş e di mamelekirina ligel partiya me de ku di kongreyê de li ser destpêkirina diyaloga biratiyê ligel hemû aliyan û prastina yekrêziya Kurdan tekîd kiriye.”
PDK-Sê herwiha daxwaz ji PYDê kir ku “Bi cidî çavekî bi tedbîrên xwe re derbas bike ku ligel berjewendiya gelê Kurd û doza wî ya neteweyî naguncin.”

Derbarê girtina deriyê Sêmalka li aliyê Rojavayê Kurdistanê de, polîtbîroya PDK-Sê got “Girtina Sêmalka ziyanê digihîne berjewendiyên beşeke mezin ji gelê me, ji ber ew deriyekî mirovahî ye û nabe têkeve milmilaneyên teng ên partiyan.”

Nêrînek

  1. Seride Selav u Rez. Geli Braderen Heja .Eze sewelake ji we bike..di Seride ez ne PYD elim .u di Daxwun ye Teva de Dibejiki ji YPG u Esayise Rojavaye Kurdistane re hun Dibe jin Hezen PYD e .Ez Tevli ve Ditina we Nabem.u ne rasti ji, ev Gotina.Minak Tevayi Malbate u Erde u Mal u Milke wema ne li Rojavaye Kurdistane ye?.di seride en PDK.S.u en ev Partiye de nava ENKS di Mayi.Gelo ne li Rojavaye Kurdistane? Bele Lewra ki bi Xwuna Xwe Cane Xwe de dipareze? ma ne YPG .YPJ u Esayisa Rojavaye Kurdistane ? bele.Heta di ve Parastin de Zideyi 500 Sehid di Hindire 2 sayle ve dawaiye da Nedani?Bele birastiSere Rumete diken Van Kahramane me.hin ji Sehid Dikeve. Sere Rumeta me dike u Gele Kurdu heta Gele diji di Pareze Ev Kec u Xorten meyi Heja.Derye Semalka ji bi Tifaka ENKS e KDP hatiye Girtin veya Dinya Elem Tevdi Zanin.ne ji Hela PYD yan ji Meclisa Rojava ve ye .Kolana Xendekan u Girtina Derye Semal ka u Girtina Endame Partiyeka Siyasi ji u der xistina Der vi Sinor ji Vana tev nedi Xizme ta Netewa Kurdiyetiye deyi.Tersi Kurditiye yi.Ez Hevi dikem ki Pirs gireke di Nava Tevayi Parti u Rexistine Kurdan bi Birati Diyalok Werin Careserkirin.Ez Bawerki hun ve Nivisan dina min Derxine,Disa selav u Rez ji we teva re

Nerîna min :