Nivîsar

PKK ,YNK û şerê xeta netewî

Cardin PKK bi hemû awayî êrîşê PDKê dike. Di bingehê xwe de tê zanîn ku ji bo çi PKK şere PDKê dike.  Van demê dawî de PKK li gel YNKê şereli dijê PDKê xort dike.

Gelek caran ev rastî yan nayê dîtin yan jî hinek derûdor naxwazin bête dîtin. Eger behsa siyasetek zelal û vekirî bête kirin pêwîste ev yek jî bê dîtin.

Bi biryara hukumeta herêma Kurdistanê hinek xendeq di navbera  tixûbê Kurdistana Başûr, û Rojavayê Kurdistanê de tê kolandin. Armanca van xendeqan kifşe. Tixûb 25 kilometire. Di 17 kilometiran de xendeq tê kolan. Armanca kolandina van xendeqan ji berî hemû tiştekî ji bo ewlehiya Kurdistanêye, wek din rê li kaçaxîyê û li himber grubên terorîst digirê ku armanca wan têkdana aramiya Kurdistanê ye.

Ji bo çi PKK ji vê yekê acize? Eger ji bo pêwendiya di navbera herdu beşên Kurdistanê û çûyîn hatina hemwelatiyan be.  8 kîlometer tixûb ji bo çûyîn hatinê bes e. Wek din deriyê Sêmalka / Pêşxabûr jî heye.  Girtina deriyê  Simalka bi xwe jî,  ji aliyê PYDê ve kifşe ku armanca PYDê tiştek dine. Herweha ji bo rejima Esad ji van xendeqa nexweşe PKK jî mecbûr dibe vê nerazîbûna xwe dide xûyakirin.

Wek din biryara kolana xendeqa biryara hukumeta herêma Kurdistanêye. Ji bo çi PKK rexna li PDKê tenê digre? PDK û YNK hukumetê de şirîkin.

Ji xwe YNK û PKK bi hevre cardin li ser daxwaziya rejima Suriye vê nerazîbûna xwe didin diyar kirin.

Şerê PKK û YNKê li dijê PDKê şerê xeta PKKê li dijê xeta netewiye.

Di navbera PDK û YNKê de peymanek stratejîk heye. Lê dixweyê dostaniya stratejîk gêrêdayî Îran û rejima Esad di navbera YNKê û PKKê de heye.

Li Başûrê Kurdistanê di hilbijartinan de PKK bi hemû imkanên xwe arîkariya YNKê dike.

Lê ev yek dê pêşerojê de di navbera PKKê bi xwede jî  bibe sedemek bingehîn ya nakokiyan.

Li vêderê pirs ne pirsa dijitiya PDKê ye. Pirs pirsa dijitiya xeta netewîye .

Di van rojên ku ji aliyê serokê Kurdistanê ve behsa ragihandina dewletek Kurdî tê kirin, dijitiya PDKê  dikevê di xizmeta dijminên neteweyê Kurd de. Ev siyaset li dijê berjewendiyên Kurdistanêne. YNK ji bo rê li herifandina xwe bigre çewtiyên siyasî yê mezin dike û dê ev yek zererek mezin bide YNKê.

Şerê medyayî di navbera hinek partî û aliyên siyasî de tê fam kirin. Lê dijê berjewendiyên netewî şer kirin siyaseta hinek aliyan bir bi cihên xirab ve dibe.

16.4.2014

Dara Bilek

Back to top button