Nivîsar

PYD Rojava perçe dike

Xendek Kurdistanê perçe nake PYD Rojava perçe dike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê her di destpêka rûdawên Sûriyê ve, her çende li ruyê navdewletî ve jî bi giran li serê ket, lê yekaliyane derbasgeha sînorî ya Sêmalka li rûyê Kurdên Rojava da vekir û tenê li vî rêyê jî ve, Herêma Kurdistanê bi awayeke fermî muamele li gel Kurdistana Rojava da kiriye.

Li rastiyê da kolandina xendeqê, wekî çavkaniyên fermiyên Herêma Kurdistanê balê kişandine ser,‌ tenê meseleyekî demkî û îcraatekî emniye, bi mebesta zêdetir parastina Herêma Kurdistanê û rêgirtina li grup û taqimên terorîstan, ew mesafeya cografye jî ku cihê lêdana xendeqê ye rêyekî neyasayî û cihê derbasbûna qaçaxçiyên çek û maddeyên bêhoşker û kelupelên qedexeye.

Li vir da bila pêşî bi dû axaftinên xwemalî li gel wan aliyan û medyayên Başûr bikîn ku gelo ew ji bo çi ji xendeqê nîgeran bûn, ev xendeq rêgiriyê terorîst û guman lêkiriyan û nehezên Kurdistane, ji bo çi hingî PYD pê nerehetin, em hemû dizanîn hewla wan aliyan ji bilî li gengeşe dirustkirin û propagandaya hilbijartinê mebesta wan ne tiştekî dine, ji ber ku wan neku her tiştek ji bo Rojava nekiriye, belku hindek ji wan tenê baweriya wan bi meseleya Rojava û pêverên neteweyiyên doza rewaya Kurd jî tûne. Lê belê ji bo deng û rastkirina rewşa kêmasiyên xwe û dijayetiya PDK, bêperwa ser govendê ji bo helmetên navzirandina PYD girtine û car caran parlementerên wan ji bo xwe badanê diçine ser telefizyonên xwe ser sînor û muzayedata siyasî û gengeşeyê dirust dikin. Nexwe kanî ew dara ku ji bo Kurdan çandine û wan koçberên Rojavayiyan xistine ser kevirek.

Niha PYD nîgeran bûye û şîn ji bo daxistina rêya DAIŞ û navçeyekî ne cîgîr, ne fermî, ne şer’î dibîne!?

Diyare PYD ji bo bi cîhkirina planên xwe ji bilî li her dû derbasgeha fermî ya Sêmalka û Rebî’e jî rêyên wan yê ne şer’î jî heye! Ne xwe PYD û her aliyekî Rojava, ji bo her mebestekî eger serdanekî yan danustandinek, niyazpakiyeke wan li gel Herêma Kurdistanê da heye, çi pêwîst dike şûna dergehên fermî bi rêya qaçax û çolan de derbas bibin.

Zêdetirê Kurdên Rojava dijî siyaset û daxwaza ne rewaya PYD de ne. Li vî derbarî de dixwazin hatin û çûnê û daxwazkirina komek û alîkariyên miroviyan bi rêya fermî ve bê neku rêya ne şer’î. 

Niha ku qeyrana Sûriye roj bi roj kûrtir dibê û teror li sînûrên me de zêdetir tevdigere, gelek kes Herêma Kurdistanê wekî tehdîd û neyar dibînin û dijminê wê gelek zêdene, cihê ramane ku divê baş bizanin û hizir bikin ku saziyên emniyên Herêma Kurdistanê çawa bergiriyê li welatê xwe bikin.

Herêma Kurdistanê ewê ji destê wê hatiye ji bo Rojava kiriye, yarmetiya penaberan kiriye, bi erkekî neteweyî û nîştimaniya xwe jî zaniye. Li ruyê siyasî ve jî gelek yarmetî û alîkariya wan kiriye. Li Hewlêrê wan kom kiriye û hewla dîblomasiyê li ser asta navdewletî de ji bo wan daye ku bi awayeke fermî ew bêne qebulkirin.

Niha jî li demek de sînorê fermî ya Herêma Kurdistanê û Rojava vekiriye, lê belê PYD îddî’aya ewe dike ku qaşo xendek Kurdistanê perçe dike. Lê belê xelkê Kurdistanê ji wê yekê hişyartire ku ji derewên wan bixape. Rastî eweye ku xendek Kurdistanê perçe nake, PYD bi xwe ku piştî ku peymana Hewlêrê û yekitiya Kurdan binpêkir û li sayeya rejîma Sûriye û li hev hatina li gel wan de welat perçe kir û dû berekiyê li nav gelê me yê Kurd li Rojava da dirust kir. Ew her li destpêkê û heta îro jî li gel wan da bûye bi çek xwe li ser aliyê resenên din ferz kiriye û Kurdên din îhmal kiriye.

Niha jî ku dost û dijmin û neyarên vir û wir bi tundutoliya asayîş û rewşa aramiya Herêma Kurdistanê dihesidin, ji bo çi tu aliyekî siyasiya Herêmê û Rojava tûne ku hêzên me yên emnî tesmîm bigrê. Ji ber ku destgehên me yê asayîşî serketine û Herêma Kurdistanê gelek bi başî parastine.

Li vî warî de jî ji bo Herêma Kurdistanê asayîş û parastina xwîna her hemwelatiyek ewlewiyeta yekem û hêla sore.

Hawdeng Farûq

Back to top button