Kurdistan xwînê dibexşê
Îro roja cîhanî ya tendirustiyê li Hewlêrê bi bilind hate nirxandin, her çende îsal rêxistina tendirustiya cîhanî dixwaze kontrola wan nexweşiyan bike ku li rêya mêş û puşiyan ve têne veguhestin, lê belê karmend û pizîşkên Birêveberiya Giştî ya Hewlêrê bi xwînbexşînê salvegera roja cîhanî ya tendirustî vekirin.
Rojek li cîhanê da girîng û bandor û cûdaye û li Kurdistanê jî salvegera roja cîhanî ya tendirustî hate kirin. Rêxistina tendirustî ya cîhanî salane heftê meha nîsanê taybetkiriye bi roja tendirustî û her salek kar li ser diruşmek dike, îro jî li Hewlêr salvegera wê rojê bi xwîn bexşînê kirin.
Navenda veguhestina xwîn û Birêveberiya Giştî ya Tendirustî ya Hewlêrê ji bo dabînkirina xwîn ji bo nexweşên talasîma û nexweşiyên cûr bi cûrên şêrpençe, helmetekî komkirina xwînê ji karmendên tendirustî ya Hewlêrê encam da.