Nivîsar

Pêdivî ye em hemû xwîna xwe bi bexşin

Di her sê çirikeyan da kesek pêdivî bi xwînê dibe û ji her deh kesên li nexweşxaneyan dihêne nivandin yek jê pêdivî bi xwînê dibe û bila jibîr nekin heke pêkhatên xwînê bihête jêkivavartin dê çar kes mifay jê bînin, ev xale me pal didin em xwîna xwe ya zêde bo kesanên pêdivî bi bexşîn, her kesek ji me di navbera jyê 18 -60 saliyê da ku sengê wî ji pêncî kîlûyan kêmtir nebe û dûr be ji nexweşiyan û rêja hîmuglubînî di nav xwîna wî da ji 13 pitirbe û hez hebe şiyan hene xwîna xwe bi bexşe û kesanên li serî me îşaret pê day dê mifayekê yekcar mezin ji xwîna wî bînin.

Helbet kes nîne bişêt hemû deman xwîna xwe bi bexşe, belku hindek kes hene neşên xwîna xwe pêşkêşî kesanên pêdivî bikin jiwanjî her kesê sê heyiv li ser bûrîna dûmahî kîskê xwîn bexşînê ne borî bin, yan tûşî nexweşyên enîmiyayê û nexweşyên dilî û rumatîzmê û nexweşyên sîngî yên dumdirêj yan fişara xwînê û nexweşiya şekirê û mezinbûna cegerê û ji kariketina gulçîskan û perîzadê bibe yan jin li demê ya dugiyan be, helbet şiyan nabin xwîna xwe bi bexşe. Herwesan kesanên xwîn berbûn û nexweşyên zikmakî û derûnî hebin ewjî bi zehmete xwîna xwe bi bexşin.

Baştire em hemû bizanîn ku xwîn bexşîn çi metirsiyê li ser jiyan û saxlemiya me nake û di şiyan da ye xwîna me bo harîkariya gelek nexweşan bihête bi karînan û bi taybet nexweşên tûşî kêmxwîniyê dibin û bo qurbaniyên rûdanan û kesanên kiriyarên niştergerî yên nageh bo dihêne kirin û bila jibîrinekin jî ku pitiriya caran me pitir ji pêdiviya leşê xwe xwîna hey, lewra baştire ew xwîn bi herwe neçe.

Bexşîna xwînê sereray ku çend xulekên kêm ji bo divên, ji karên bi sanahî ye û bi tinê hindek pişknînên sivik dê bo xwîn bexşî hêne kirin berî bi vê kiriyarê rabibe.

Li dûmahiyê baştire em bizanîn ku çi serbarik bo xwîn bexşan peydanabin û her demê nuşdarî li ser formê xwîn bexşî êmzakir êdî çi metirsî li ser jiyana wî nabe û ew xwîna mirov pêşkêşî kesekî jî dike di mawê çend demjmêrekan da dinav leşîda dabîn dibîteve û pitiriya kesan jî şiyan hene yekser piştî xwîn bexşînê bi karên xwe yên nurmal rabibin û kêm caran hindek nîşanên sivik jê peydadbin belê piştî bûrîna demekê gelek kêm mirov hest pê nake, jiyana me di kawdanên asay da dibûre û me hemûyan şiyanên hene xwîna xwe pêşkêş bikin bo hindek kawdanan ku nedûre em hemû bikevîne têda û mifay ji xwîna xwe bi xwe bibînîn, lewra pêdivî ye em hemû xwîna xwe li demên pêdivî bo kesên pêdivî bi bexşin.

Hemze Rezîkî

Serokê liqê Duhok yê Komeleya Xwînbexşên Kurdistanê

Back to top button