Nivîsar

Facebook xencerê dûsere!

Cîhana rojnamegeriya elektronî cîhanekî pir seyr û semereye, nexasime beşa Facebook a wê, li gel wê yekê ku sûdekî ber bi çav heye û dikare sedemeke başê gihandin û wergirtina zanistê bê, xizmetekî erzan biha jî dike bi dezgehên îstîxbaratî û hewalgiriyên cîhaniyan û take kesan bi erzan firoşî nûçe û wêneyên xwe yên taybet têda belav dikin.

Bi taybet çîna xortan ku hemû tiştên taybetiyan jî dixine pêşçav û ji bo xwe jî nizanin çi şaşiyeke dîrokî li ser xwe tomar dikin!

Lîstokên Facebook jî seyrin û ez jî bi erkê xwe dizanim li vê nivîsînê de tîşk bixim ser çend xalek:

Ji bilî wê yekê ku ev rûpela min heye û berê jî malpera min gelek li gerê da bû, berdewam sê cûre xwendevan dike mîhvanê min:

Yekem: Ew birêzên zanistê dixwazin û pirsiyara şer’î araste dikin ku spas ji bo xwedê li sedî heştihê wan zêdetir ev cûrene û tu bersîvekê wan îhmal û feramoş nakim û bigre ji wan bi niyazim û yarmetîderê minin bo ku herdem bixwînim û sûd li rexneyên wan yê xweşik jî bikim.

Duyem: Ew “Xewarîc” e hevçerxên ku bi xeyala xwe gelek xwenasin û ehlê teqwayê ne, lê belê li zelkawê neşarezayî li şerî’eta îslamê da dijîn û dijundan û hukma kufir dana li ser xelkê û helalkirina xwîn û namûsa misilmanan li cem wan, ji hemû tişt erzantire û bi awayekî bi destê “cehil” ve gîriyanê xwarine, û ne amadene vegerin cem mezinê zanayên îslamê yên çi kevin çi jî hemdem, ku ji bo vê beşê du’aya xêrê dikim û navên wan jî li cem xwe diparêzim û carubar bi dûvdaçûnên hûr li ser rûpel endametiyên wan dikim ku zêdetirê wan jî derewan dikin û endametiyên wan gelek dûre ji exlaqa misilmanane ve.

Sêyem: Ewên ku bi navên xwestî ve û bi navê xaniman ve dixwazin lîstikê li gel min bikin û ez jî gelek car xwe hinek ji bo wan nerm dikim ku ew bi xwe jî nizanin çi lîstikeke û xwestine bikevin navê!

Axir çi bi wê bi nav xanima “Misrî” re bibêjim: ku ji bo min dinivîse: Sersamim bi nivîsîna we yên Erebî û hez dikim nêzîkî we bibim û “Kurdistan bihuşte” û hebûna Hewlêr ya bi paytexta geştiyarî ya Erebî li min pîroz dike, ku ez bi xwe jî nizanim Hewlêr ji bo paytexta Erebî bê?! ku Eve çend sale mijulî pivaz paqijkirinê ne?!

Êdî ew bi nav xanima “Bexdadî” ya evdalê bexteweriye li Kurdistan û hewandinê dixwazê?!

Êdî ew bi nav xanima “Lubnanî” ya xwe tefre dide û derewan çiyayê bi dar dike, ku ewqas bi “Hewlêr” sersame Lubnanê ji bîr kiriye?!

Ji xwe bi neheqî jî nagirim kî dibêje ew jî yek ji wan kesên wekî filan xanimê bi nav rojnamevanê Lubnanî ku kijan berpirsên me hebê rêhevalê ezîzê wê nebê û wêne li gel wê negrê û belav neke.. Deh silav li zilam eger hun zilam bin….

Êdî ew bi nav xanima “Faris” ku sersame bi sexa û bexşîşê zilamên Kurd, ku ew bi xwe dibêjin: Zilamên başûr ji bo take şevek bi xizmet gihîştina “Zîba” yek çi li vir yan li cem xwe hezaran tumen dibexşin û neku Herêmê ji bîr dikin lîstikê dê li Kurd bi sêdare da kirina rojaneya rojhilat?!

Êdî ew bi nav xanima “Tirk” ku behsa wê yekê dike qaşo bihîstiye ku xweşiya li gel zilamên Kurd tama xwe heye û nexasim hinek berpirs, ewqas başin ku dibine mîhvanê hevdû neku Başûrê Kurdistanê, bigre behsa zêdetirê bîst milyon Kurdê Bakûr jî nake?!

Êdî ew xanimên qaşo Kurdin û ji kerba mêrên xwe nepakiyê dikin û pirsiyara wan heye gelo gunah ji bo wane yan ji bo mêre herdem li der û li nadî û li derve ketiye?!

Ji wan bi nav nêran jî nepirsin ku hem regeziyê dixwazin û hem jî fetwayê dixwazin….!!!!

Eve beşeke li rastiya mina li gel “Facebook”!

Ku siruşta min wiha ye hemû tişt li cem xwe bi emanetê ve erşîf dikim.

Êdî hun, gelo dibe ku halê we çawa bê?

Mela Emer Çingiyanî

24.03.2014

Back to top button